AMADEKARIYA ÊRIŞA LI DIJÎ SIYASETMEDARÊN KURD
LI AWÛSTÛRYAYÊ PLANA ÊRIŞÊ YA LI DIJÎ BÊRÎVAN ASLAN TÊK ÇÛ
Dewleta Tirk li gelek welatên Ewrûpayê bi rêya sîxûr û endamên MÎT’ê hewl dide siyasetvanên Kurd û yên muxalif bêdeng bike..
Sîxurekî din ê Dewleta Tirk li Awûstûryayê hat girtin.
Vî sîxurî plan kiribû ku siyasetmedara Kurd Bêrîvan Aslan bikuje.
Di lîsteya vî kesî de her wiha rojnamevan û siyasetmedarên ji Awûstûryayê jî hebûn…
Siyasetmedara Kurd Bêrîvan Aslan di partiya Keskan a Awûstûryayê de parlementer bû û hê jî karê siyasî didomîne.
Sîxurekî Dewleta Tirk ragihand ku amadekariya êrişê li dijî Bêrîvan Aslan dikir.
Sîxurê MÎT’ê Feyyaz O. ev agahî ji îstîxbarata Awûstûryayê re eşkere kir.
Feyyazê sîxur anî ziman ku fermana kuştina Bêrîvan Aslan jêre hatibû û wiha got;
Ji Sirbîstanê sîxurekî MÎT’ê ev ferman da min û ji bo vê yekê jî ev demeke ez li pey Bêrîvan bûm. Li Otelekê ez li benda fermana dawî bûm ji bo ku sûîqastê bikim. Bi kuştin an jî birîndarkirina Bêrîvan re wê peyamek ji siyasetmedarên Kurd ê muxalif re hatiba dayîn.
Feyyazê sîxur ragihand ku MÎT li Awûstûryayê amadekariya sûîqastê din jî dike û di lîsteya wî de rojnamevan Peter Pîlz û siyasetmedar Andreas Schîeder jî hebûn.
Bi vî rengî wê li Awûstûryayê alozî hatiba derxistin.
Siyasetmedara Kurd Bêrîvan Aslan anî ziman ku ew niha di bin parastina polîsên Awûstûryayê de ye.