Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
JinNûçeyên Dawî

Li bajarên Tirkiye û Ruhayê jinan bi çalakiyan xwestin peyama Stenbolê pêk bê

 

Li dijî kuştin û tecawuza li jinan hêrsa jinan û rêxisitnên jinan bilind dibe.

Rêxisitnên jinan doh jî li Îzmîr, Mûgla, Îskenderûn û Rihayê çalakî pêk anîn.

Jinan di çalakiyê de bang li hukumeta tirk kirin ku peymana Stenbolê nexin nîqaşê, pêk bînin.

Başe ev peymana Stenbolê çi ye? Ev peyman di navbera hemû welatên Ewropayê de li hember şideeta jinê hatiye mor kirin.

Civîna vê peymanê di sala 2011an de ji ber ku li Stenbolê pêk hatiye, navê wê lêkirine peymana Stenbolê.

Rêvebirên Tirkan weke hemû peymanên navnetwî vê peymanê jî pêknaynin.

Li Îzmîrê Meclîsa jinan a KESKê li dijî kuştina jinan li qadan bûn.

Beriya daxuyaniyê jinan bi listikekê balkişandin ser tûndî û kuştina jinan.

Piştî lîstika şanoyê seroka giştî ya KESKê Aysûn Gezen axivî.

Gezen diyar kir, bi sedan jin û zarok tên tecawizkirin û diyaneta tirk bi fetwayan van bûyeran destek dike.

Aysûn Gezen daxuyakirin ku mêr ji bo kujerên jinan biparêzin, kodên desthilatdariya mêr dixin dewrê û xwest herkes ji bo wekheviya zayendî ji bo pêkanîna peyaman stenbolê û qanûna 6.284an têbikoşin.

Li bajarê ku Pinar Gultekîn lê hate qetilkirin jî jin bi pêşengiya Platforma Jinan a Bodrûmê,li qada sinirsiz civiyan.

Jinan diyar kir ku perpirsyarê her jineke ku tê kuştin, siyaseta ku jin û mêran ango wekheviya zayendî qebûl nakine.

Her wiha jinan daxuyakirin peyaman Stenbolê ji nîqaşê re vekirî nîne û ewê heta dawiyê lê xwedî derkevin.

Platforma jinan a Îskenderûnê jî bi meşekê di şexsê Pinar Gultekîn de kuştina hemû jinan şermezarkirin.

Piştî meşê endama platformê Belgîn Ayranci Kartal axivî.

Belgîn Kartal diyar kir, ne peymana stenbolê kuştinên jinan asteng bikin û got,

Êdî em dixwazin bijîn. emê dest ji doza azadî û jiyana xwe bernedin. emê li her qadê dengê xwe bilind bikin.

Komisyona jin a baroya Rihayê jî bi heman armancê daxuyaniyek dan.

Di daxuyaniyê de hat diyar kirin ku nîqaşkirina Peymana Stenbolê dijminatiya jinê ye. Divê bi her awayî peymana stenbolê bê pêk anîn.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv