LI BAJAROKÊ RUBARYA PÊŞANGEHA KELEPÛRAN
300 AMÛRÊN ÇANDÎ Û DESTKARÎ HATIN PÊŞANDAN
Li bajarokê Rubarya yê Dêrika Hemko pêşangeha kelepûran hate vekirin.
Pêşangeh li Dibistana Şehîd Dêrsim Umren pêk hat û 300 amûrên çandî yên kevnar û destkarî hatin pêşandan.
Pêşangeh wê 3 rojan vekirîbe.
Di roja yekemîn a pêşangehê de xwendekarên Dibistana Şehîd Dêrsim Umran helbest xwendin.