“EM Ê NEHÊLIN KES LI SER ŞENGALÊ BAZARIYÊ BIKE”
LI BAJAROKÊ ŞENGAL XANESORÊ CIVÎNEK HAT LIDARXISTIN
Li bajarokê Şengal Xanesorê civîneke gel hat lidarxistin.
Hevserokê Meclîsa Şengalê bal kişand ser lihevkirina di navbera Hewlêr û Bexdayê de û got:
“Bê ku raya me bigirin li ser Şengalê lihevkirinê dikin. Em bi tu awayî qebûl nakin tu kes ji bo berjewendiyên xwe li ser Şengal û civaka me lihevkirina bike.”
Di civînê de Hevserokê Meclisa Gel a Xanesorê Dexîl Mirad axivî û got:
“Hin aliyên siyasî yên xêrnexwazên civaka Êzidiyan, li ser Şengalê xwedî planên xirab in û dixwazin vê keda ku me ya van şeş salên derbas bûyî tine bikin. Li hember van planan pêwîste em wek gelê Şengalê hişiyar bin.”
Endamê Meclisa PADÊ Hemed Bişar jî got, Civaka Êzdiyan bi tifaqê dikare êrişên li ser xwe vala derxe.