Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
JinNûçeyên Dawî

Li Bakur û Rojava jinan got: Emê li dijî vê darbeya faşîst bêdeng nemînin.

 

LI ÎDIRÊ, TIRBESPIYÊ, DÊRIKÊ Û MÊRSÎNÊ JINAN GOT: TI DARBE NIKARE BI ME

Projeya Partiya demokratîk a Gelan HDP: projeya Rêber Apo ye:

Siyaset û armanca wê: avakirina Turkiyeke Azad: bi hev re jiyana gelan û pergaleke demokratik e:

Alternatîfa netew Dewlet: Nijadperestiyê ye:

Dewleta Tirk ji bo karibe: faşizma xwe li der deverê belav bike: êrişî HDP’ê dike:

Herî dawî Parlementeriya Leyla Guven û Mûsa Fariogularibetal kir û wan avêt zindanê.

Ji wê rojê ve: jin li dijî darbeyê li qadan e:

Li Îdirê, Dêrikê, Tirbespiyê û Mersînê bi sedan jin li qadan gotin, wê ti darbe nikaribe îradeya jina azad bişkîne:

Tevgera Jinên Azad-TJA û Meclîsa Jinan a HDPê ev du roj in, li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê li dijî darbeya faşîst a li ser îradeya gel çalakiyan li dar dixin.

Herî dawî li Îdirê li ber avahiya rêxistina HDPa bajêr daxuyaniyek dan.

Aktivîsta TJAyê Ozlem Tozluk daxuyanî xwend.

Di daxuyaniyê de hat gotin, ti desthilatdariyeke faşîst wê nikaribe têkoşîna jinan asteng bike.

Desthilatdariya faşîst a AKP-MHPê jî wê nikaribe têkoşîna Leyla Guven asteng bike.

Emê li dijî vê darbeya faşîst bêdeng nemînin.

Ev der jî Tirbespiyê ye..

Bi pêşengiya Kongreya Star li navçeyê bi beşdariya sedan jinan meşek hat lidarxistin û berxwedana li Bakurê Kurdistanê ya li dijî dagirkerî û faşîzmê hat silavkirin.

Di daxuyaniya piştî meşê de hat gotin, heta jinên berxwedêr ên mîna Leyla Guven hebin, wê dewleta Tirk a dagirker negihe miraz û meqsedê xwe.

Jinên beşdarî meşa li Tirbespiyê bûn ji televîzyona me re nêrînên xwe anîn ziman:

Daxuyaniyeke din ji aliyê Kongreya Star ve li Qada Azadiyê ya Dêrikê hat dayîn.

Rêvebera Kongreya Star Dilber Elî li ser navê jinan axivî:

Endamên TJA, Meclîsa Jinan a HDPê û Kongreya Gelan a Demokratîk-HDKê jî li bajarê Tirkiyê Mêrsînê daxuyaniyek dan.

Hevseroka HDPa Mêrsînê Gulbahar Şöfer got, em li dijî darbeyan ti carî bêdeng neman û emê ji niha û pê ve jî dest ji têkoşîna xwe bernedin.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv