Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
JinNûçeyên Dawî

Li Bakur û Rojavayê Kurdistan çalakiyên nerazibûnê li dijî girtina Leyla Guven hatin lidarxistin

 

Nerazîbûnên li dijî girtina hevseroka KCD’ê Leyla Guven berdewam dikin.

Di serî de bajarên Bakurê Kurdistanê li gelek navedên Tirkiyê çalakî pêk hatin û daxuyanî hatin dayîn.

Di daxuyahiyan de girtina Leyal Guven weke êrişa li dijî jina hat binav kirin.

Rêxistina HDP’ê ya Dersimê derbarê girtina hevseroka KCD’ê de daxuyanek da.

Daxuyanî li parka hunerê ji aliyê hevseroka rêxistina HDP’ê Nurtaş Yeşîl ve hat dayîn.

Nurtaş Yeşîl diyar kir ku di şextê Leyla Guven de hemû jina hatine girtin.

Rêxistina HDP’ê ya Mêrsînê û endamên TUHAD-FED jî bi daxuyaniyekî girtina Leyla Guven şerermezar kir.

Hevseroka Akdenizê Feyza Kaya daxuyanî xwend.

Di daxuyaniyê de hat gotin wê bi girtina Leyla Guven nikaribin îradeya wan bişkinin.

Endam û rêveberên TJA’yê yên Edenê jî nerazîbûn nîşanî girtina Leyla Guvendan.

Li ser navê jina Berivan Gökalp, axivî û got bi girtina Leyla Guven dixwazin me bi tirsînin lê em na tirsin.

Înîsiyatîfa dayîkên aşitiyê ên Îzmîrê jî bi heman armancê daxuyaniyek dan.

Li ser navê dayîkan Edîbe Sîncar axivî û diyar kir, ku ewê bi girtin û binçavkirinan nikaribin me ji doza me dûr bixin.

RÊXISTINA KONGRA STAR YA EFRÎNÊ DERBARÊ GIRTINA LEYLA GUVEN DE DAXUYANIYEK DA
Kongreya Star a herêma Efrînê jî bi daxuyaniyekê girtina hevseroka KCD’ê Leyla Guven şermezar kir.

Daxuyanî li parka navçeya Ehdisê ya kantona Şehbayê hat dayîn.

Di daxuyaniyê de hat xwestin ku Leyla Guven bê berdan.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv