ÇALAKIYÊN 25’Ê MIJDARÊ
LI BAKÛRÊ KURDISTAN Û TIRKIYÊ ÇALAKIYÊN CIHERENG PÊK HATIN
Çalakiyên 25’ê Mijdarê Roja Cîhanî ya Têkoşîna Tûndiya li ser Jinê, bi hemû leza xwe didome.
Tevgera Jinên Azad derbarê tundiya li ser jînê, li navenda konfederasyona kedkaran KESK’ê a şaxê Wanê panelek lidar xist.
Di panelê de Sektera Giştî ya Platforma Em ê Cînayeta Jinan Rawestînin Fîdan Selîm axivî û bal kişand ser kuştina jinan.
Fîdan Selîm got:
“Ji destpêka 2020’an ve 259 jin hatine qetilkirin, 152 jin jî bi awayekî guman jiyana xwe ji dest dane. Em daneyên qetilkirina jinan weke ‘daneyên şer’ dibînin.”
Li Stenbolê jî çalakiyên Jinên Aktivîst hebûn.
Jin zend û bendê xwe badan û mal bi mal, kolan bi kolan geriyan belavok belavkirin.
Têkildarî çalakiyên 25’ê Mijdarê de jinan agahdar kirin.
Li Batmanê jî bi wesîleya 25’ê Mijdarê filmê bi navê ‘Xuşkên Çekan” hat pêşandan.
Li navçeya Hênê ya Amedê jî di çarçoveya kampanya “Em xwe diparêzin” de, xebatên 25’ê mijdarê pêk hatin.
Aktivîstên TJA’yê bi jinan re, li ser girîngiya xwe parastinê axivîn.
Kedkerên ku bi biryara di hukmê qanûnî de ji kar hatine avêtin jî, di hefteya 148’an de li ber şaredariyê Îzmîre kom bûn.
Çalakiya vê hefteyê bi wesîleya 25’ê mijdarê, ji aliyê meclîsa jinan a KESKê ve hat birêvebirin.
Jinan diyar kirin ku li dijî bê-edaletî, xizanî, şer û tûndiyê, ew ê li qadan bin û hesab bipirsin.
Jinên Amed, Riha û Dersîmê jî derbarê girîngiya 25’ê Mijdarê de axivîn.
Jinan diyar kir ku ew ê ne tenê di 25’ê Mijdarê de, ew ê her roj li dijî tundî, dîktatorî, zext û tacîzê têbikoşin.