Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
AborîNûçeyên Dawî

Li Başûr bi hinceta Virûsa Koronayê hikûmet mûçeyan nadin

 

HIKUMETÊ RAGIHAND EW Ê HEYA DEMEKE NEDIYAR MÛÇE NEDIN

Wezareta Darayî ya Hikumeta Herêma Kurdistanê, ragihand ji ber ku çûnûhatin qût bûye heya demeke ne diyar ew ê nikaribin mûçeyan bidin.

Li ser vê yekê Fermandarê Tûgaya 3 û 7’an a Hêzên Pêşmerge Lîwa Eyûb Yûsif daxuyanî da û got;

“Eger mûçeyên me nedin em ê helwesteke cidî nîşan bidin.”

https://rojnews.news/ku/kurdistan/eger-muceyen-me-nedin-em-e-helwesteke-cidi-nisan-bidin-39428

Bandora vîrûsa Corona di her qadê jiyanê de xwe nîşan dide.

Li başûrê Kurdistanê hikumeta niha vê yekê wekî sedem nîşan dide û diyar dike ku ew ê heya demekê mûçeyan nedin.

Wezareta Darayî ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê, vê yekê bi daxuyaniyekê ragihand û got;

Ji ber rawestandina çûnûhatina Silêmanî-Hewlêr, nikarin mûçeyan bidin û dayîna mûçeyan heta demeke nediyar jî hatiye sekinandin.

Fermandarê Tûgaya 3 û 7’an a Hêzên Pêşmerge Lîwa Eyûb Yûsif, nerazîbûn nîşanî vê biryarê da û got;

“Rewşa hêzên pêşmerge baş nîne. Lewma nabe di vê demê de mûçeyên me werin rawestandin an jî qutkirin.

Em her kesî agahdar dikin; eger hikûmeta Herêma Kurdistanê, berpirsên siyasî û aliyên ji vê rewşê berpirsiyar; di demeke herî nêzîk de mûçeyên pêşmergeyan dabîn nekin, em ê helwestên cidî nîşan bidin.”

 

 

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv