Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Li Başûr û Rojavayê Kurdistanê nerazîbûnên li dijî şerxwaziya PDK’ê 21.11.2020

 

Li bajarê Qamişloiyê Jinên rewşenbîr ji bo aştiya nava Kurdan daxuyaniyek belav kirin û ji PDKê xwestin ku di şûna şer de li rêyên diyalog û çareseriyê bigere.

Komeke welatiyên navçeya Sleymaniyê Derbendixanê jî îro beyan kirin ku helwsta şerxwaz ya PDKê perçeyek plana dewleta tirk e.

Nerazîbûnên li dijî siyaseta şerxwaz a PDK’ê, her ku diçe zêde dibe.

Li Rojavayê Kurdistnaê Jinên rewşenbîr li dijî provokasyon û polîtîkayên PDK’ê çalakiyel li darxisstin.

Çalakî li baxçeya Xwendinê ya bajarê Qamişlo hat li darxistin.

Heseroka Yekîtiya Rewşenbîrên Herêma Cizîrê Anahîta Sîno daxuyani xwend.

Di daxuyaniyê de bang li PDK’ê hat kiri ku dest jî helwesta xwe ya şerxwaziyê berde û rêya diyalogê esas bigre.

Daxuyaniya wiha didome;

“Em weke jinên rewşenbîr, bang li wijdana Kurd dikin ku bi tu behaneyan nekevin nava şerê birakujiyê.

Ji ber ku Kurd wê ji vî şerî windahiyeke mezin bibînin û hemû destkeftiyên xwe jidest bidin.

Lewra pêwîst e ku em li pêşberî van hewldanên ku hilweşandin û tunekirina destkeftiyên me dike armanc, bêdeng nemînin û qebûl nekin.”

Welatiyên navçeya Derbendîxan a Silêmaniyê jî li dijî siyaseta şerxwaz a PDK’ê li qadan bûn.

Di çalakiyê de hate gotin ev helwesta şerxwaz a PDK’ê pîlanên dewleta tirk e, divê PDK’ê dest jî hevkariya bi dewleta tirk a dagirker berde.

 

 

 

 

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv