Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
JinNûçeyên Dawî

Li Başûr xebatên rêxistinên jinan li dijî tundî û kuştina jinan

 

 

Li gundê Îbrahîm Axa ya ser bi Çemçemalê re di 9’ê Tebaxê de cenazeyên dû xwişkên hev ku ji aliyê bavê xwe ve hatibûn kuştin hatibûn dîtin.

Cenazeyê dû xwişkan doh li goristana Çemçemalê hatin veşartin.

Kujer Bav ê ku reviyayê jî hina nehatiye girtin,

Li aliyê dine,Tevgera Jinên Ciwan ên Mexmûrê jî di çarçoveya kampayaya em dibejîn na de li kolanen Mexmûre pankart daliqandin.

Li Ranyayê jî Jinên Ciwan ên Têkoşer semînerek li ser tundûtujiya dijî jinan dan.

CENAZEYÊN 2 XWIŞKÊN LI ÇEMÇEMALÊ HATIBÛN KUŞTIN LI GORISTANA ÇEMÇEMALÊ DOH SPARTIN AXÊ

Di 9’ê Têbaxê de li bajaroka Çemçemalê li goristaneke kevin a li gundê Îbrahîm Axa cenazeyên 2 jinên ciwan ku ji aliyê bavê xwe vê hatin kuştin hatibûn dîtin.

Doh cenazeyê her du xuşkan li Goristana Çemçemalê spartin axê.

Rexistinên mafên jinan jî beşdarî merasima cenazeyê her 2 xwişkan bûn.

Rêvebera rêxistina jinan a alîkariya Yasayî Şuxan Heme Reşîd jî axivî û got:

Kujerê her 2 jinên ciwan hê jî nehatiye girtin.

TEVGERA JINÊN CIWAN A MEXMÛRÊ LI KOLANAN PANKART DALIQANDIN

Tevgera Jinên Ciwan ên Mexmûrê di 27’ê Tebaxê de ji bo balê bikşînin ser taciz tecawiz û kuştina jinan, kampanya bi navê “Em dibêjin na” dabûn destpêkirin.

Di çarçoveya de Jinên ciwan Pankartên wekî “Ji tecrîda li hemberî Rêber Apo re em di bêjin na” û ‘Ji taciz û tecawizê re em di bêjin na’ li kolanên Mexmûrê daleqandin.

JINÊN CIWAN ÊN TÊKOŞER LI DIJÎ TUNDÛTÛJIYA LI SER JINAN LI RANYAYÊ SEMÎNEREK PÊK ANÎN

Li Ranya jî Jinên Ciwan ên Têkoşer di çarçoveya pêngava ‘Em dibêjîn na’ semînerek li ser tundûtujiya dijî jinan organîze kirin.

Endama Jinên Ciwan ên Têkoşer Peyman Kurdistan di semînerê de axivî û got;

Divê civak bi perwerdekirinê were hişyar kirin, da ku civakek bi tendurist were avakirin.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv