LI BAŞÛR ZEXTÊN LI SER ROJNAMEVANAN
HEFTIYEKE AGAHÎ JI ROJNAMEVAN QAREMAN ŞUKRÎ NAYÊ GIRTIN
Di 27’ê Çileyê de hêzek çekdar li Komelgeha Sîrê ya ser bi Dihokê bi ser mala Rojnamevan Qareman Şukrî de girtin.
Çekdarên PDK’ê kel û pelên di nava malê de tevlîhevkirin, hemberî malbata rojnamevan axaftinên nexweş jî kirin.
Çekdaran heman rojê Qareman Şukrî binçavkirin û birin cihek nediyar.
Birayê Rojnameger Qehreman Şukrî, Zêrevan Şukrî têkildarî çarenivîsa birayê xwe de ev agahî dan Rojnews’ê;
Hefteyeke birayê min winda ye. Heta niha em nizanin ji bo çi binçav kirine.
Li ser çaranivîsa wî ti agahî nehatine girtin.
Me peywendî bi parêzerên xwebexş re kir, wan jî ji me got, heta nebin dadgehê nikarin ti agahiyan bi dest bixin.
Rojnamevan Qehreman Şukrî ev cara sêyemîn e tê binçavkirin. Heta niha nêzî 5 mehan di girtîgehan de maye.