25’Ê MIJDARÊ ROJA TÊKOŞÎNA LI DIJÎ TUNDIYÊ
LI BAŞÛRÊ KURDISTANÊ 25’Ê MIJDARÊ BI ÇALAKIYÊN CUDA HAT PÊŞWAZ KIRIN
Jinên Êzidî, 25’ê Mijdarê Roja Cîhanî ya Têkoşîna li dijî şîdeta li ser jinê, li Şengalê bi meşek girseyî pêşwazî kirin.
Meş bi pêşengiya Tevgera Azadiya Jinên Êzdi TAJÊ’ê pêk hat.
Şêniyên Wargeha Şehîd Rustem Cûdî-Mexmûr’ê jî, meşekê girseyî lidar xistin.
Rêxistinên jinan ên Germiyanê jî, li Parka Meşxel a navçeya Kelarê çalakiyek lidar xistin.
Rêxistina Girîng a Jinan jî, li Hola Hunerî şahiyek lidar xist û diyar kir ku bi rêxistinbûnê dikarin xwe li hemberî êrişan biparêzin.
25’Ê MIJDARÊ ROJA TÊKOŞÎNA LI DIJÎ TUNDIYÊ
LI KERKÛKÊ LI SER TÊKOŞÎNA JINAN SEMÎNEREK HAT DAYÎN
Li Kerkukê jî li ser têkoşîna jinan semînerek pêk hat.
44 jinên ku di nava salekê de li Kerkûkê hatine kuştin hatin bibîranîn û şîdeta li ser jinê hat şermezar kirin.
25’Ê MIJDARÊ ROJA TÊKOŞÎNA LI DIJÎ TUNDIYÊ
RÊXISTINÊN JINAN ÊN SILÊMANÎ PÊNGAVA TÊKOŞÎNA DIJÎ TUNDIYÊ RAGIHANDIN
Li Silêmaniyê jî Rêxistinên jinan pêngavek 16 rojan, a Têkoşîna Dijî Tundiya li ser Jinan ragihand.
Seroka Rêxistina Xelk Behar Munzir daxuyanî da û diyar kir ku rêxistinên jinan li dijî tundiyê di nava berxwedaneke mezin de ne.
Bi heman armancê belavok jî hatin belavkirin.
Li Baxê Giştî yê Silêmaniyê jî, Rêxistina Jinên Azad ên Kurdistanê çalakiyek lidar xistin.
Di çalakiyê de bang li jinan hat kirin ku, yekrêziya xwe çêkin û li dijî şidetê rabin.
25’Ê MIJDARÊ ROJA TÊKOŞÎNA LI DIJÎ TUNDIYÊ
LI HELEBCE, KOYÊ Û ÇEMÇEMALÊ JIN LI QADAN BÛN
Li Helebceyê jî rêxistinên jinan bi daxuyaniyekê şîdeta li dijî jinan şermezar kirin.
Jinên Çemçemal jî çûn serdana gora herdu xwişkên hatine kuştin û destgul danîn ser goran.
Li Koyê jî jinan li dijî şîdetê xwepêşandanek lidar xist.