Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Li Başûrê Kurdistanê gel li dijî komploya navneteweyi meşiyan 15.02.2021

 

SALVEGERA 22’YAN A KOMPLOYA NAVNETEWÎ
XELKÊ ŞENGALÊ KOMPLO ŞERMEZARKIR Û BERXWEDANA GARÊ SILAV KIR

Li Şengalê ji bo şermezarkirina komploya navnetewî meşeke girseyî hate lidarixstin.

Bi sedan welatî tevlî meşê bûn.

Di meşê de berxwedana gerîla ya li Garê jî hat silavkirin.

Di peyaman de bang li civaka Êzidî hat kirin ku hîn zêdetir xwedî li rêbertiya xwe derkevin.

Li navçeya Şengalê Xanesorê jî bi pêşengiya ciwanan meşeke bi meşaleyan hat lidarxistin..

SALVEGERA 22’AN A KOMPLOYA NAVNETEWÎ
LI MEXMÛR, DERBENDÎXAN, KELAR, BINARÊ QENDÎL Û SILÊMANÎ GEL LI QADAN BÛ

Li navçeya Derbendîxan a Silêmaniyê komploya 15’ê Sibatê bi meşekê hate şermezarkirin.

Beşdaran di peyamên xwe de diyar kirin ku ew ê ji bo azadiya rêberê xwe hertim li qadan bin.

Navçeya Germiyan Kelar.

Bi sedan kes li dijî hêzên komploger meşiyan û daxwaza azadiya rêber APO kirin.

Li Binarê Qendiîl bi pêşengiya jinan gelek welatî li hev kom bûn û bi meşekê 15’ê Sibatê roja reş şermezar kirin.

Xelkê wargeha penaberan a şehîd Rûstem Cûdî Mexmûrê ji ev bi rojen e li qadan e.

Li wargehê meşeke girseyî pêk hat û welatiyan careke din dilsoziya xwe ya bi rêberê xwe re anîn ziman.

Li Silêmaniyê jî gel li qadan bû.

Bi sedan welatî beşdarî meşê bûn hêrsa xwe li dijî hêzên komploger nîşan dan.

Ciwanan jî li ser çiyayê Ezmer ya Silêmaniyê navê Rêber Apo bi agir nivîsandin.

Nûnertiya HDP’ê ya li Başûrê Kurdistanê jî li Hewlerê daxuyaniyek da.

Hevserokê nûnertiya HDP’ê Hekîm Hatib ji gel xwest ku li dora rêbertiya xwe bicivin û azadiya wî bi dest bixin.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv