Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Li Batman û Agirî êşkenceya polîsên tirk 21.02.2021

 

ÎŞKENCEYA POLÎSÊN TIRK
LI BATMAN Û AGIRÎ ÎŞKENCEYA POLÎSAN

Polîs li Batmanê bi hinceta di saetên qedexê de derketiye derve îşkence li zarokekî 15 salî kirin.

Dîmen ji aliyê welatiyekî ve bi telefonê hatiye girtin.

Polîs di saetên êvarî de li taxa Belde li naverasta kolanê li zarok didin.

Herdu polîs zarok diavêjin erdê û pê li wî dikin.

Zarok her dixwaze xwe ji destê wan rizgar bike lê polîs nahêlin û dixwazin destê ji paş ve kelemçe bikin.

Zarok ê di nava lepê polîsan de dibêje “min berdin”.

lê li gel vê jî polîs lêdidin. Piştre ew binçav dikin.

Welatiyê dîmen girtiye bang dike ku rayedar vê îşkenceyê bibînin.

Der barê aqûbeta zarok de agahiyên berfireh nehatin bidestxistin.

Li navça Agirî Panosê polîsan bi ser du malan de girt.

Hinceta wan ew bû ku wan li Mucahît Ûygar digerin

Di vê serdegirtina kêfî de deriyên malê şikandin û eşyayên li hundir belav kirin.

Polîsan bi heman hincetê avêtin ser malên kek û xwişka Ûygar.

Li gorî agahiyên ji malbata Uygar hatin wergirtin; polîsan 3 kes derxistine derve.

Nêzî 40 deqeyan berê çekê dane serê wan û ew li nava berfê hiştin.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv