LI BATMANÊ BIJEHRKETINA JI DÛYÊ SOBEYÊ
JI BER GAZA KARBONMONOKSÎTÊ DÊ Û BAV JIYANA XWE JI DEST DAN
Duh li taxa Cuhuriyetê ya Batmanê malbata Atay ji ber dûyê sobeya di mal de bijehrketin.
Piştî cîranên malbata Atay pê hesiyan agahî dan ekîbên tenduristiyê.
Rayedarên tenduristiyê hatin cihê bûyerê û piştî kontrolkirina malê diyar kirin ku Bereket Atay ê 40 salî û Hatîce Atay a 35 salî yên hevjînê hev, jiyana xwe ji dest dane.
Ekîbên tenduristiyê, 3 zarokên malbatê yên ji dûmanê bi bandor bûbûn jî rakirin nexweşxanê.
Cenazeyên dê û bavê jî şandin morga Nexweşxaneya Perwerdê û Lêkolînê ya Batman ê.