LI BATMANÊ TERORA DEWLETA TIRK
LI TAXA KORÎKÊ ÊŞKENCE, HEQARET Û REVANDIN
Li taxa Korîkê ya Batmanê terora hêzên dagirkeriya Tirk hebû.
Hêzên dagirkeriya Tirk bi êşkenceyê 3 kes kirin binçavan.
Li zarok û jinan dan û heqaret li şêniyên taxê kirin.
Hêzên dagirkeriya Tirk îro bi ser taxa Korîkê ya Batmanê de girtin.
3 kes revandin û birin hewşa mizgefta taxê.
Li vir êşkenceyeke giran li wan hat kirin.
Her wiha zarok û jin jî ji aliyê hêzên dagirkeriya Tirk ve hatin êşkencekirin.
Parlementerê HDPê yê Sêrtê Sidiq Taş û şêniyên taxê ragihandin ku hêzên dagirkeriya Tirk heqaret li wan kirine.
Hê jî ji aliyê hêzên dagirkeriya Tirk ve dor li taxê girtî ye û tê ragihandin ku 3 kes hatine binçavkirin.