Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Li Bazîdê 79 leşkerên Tirk hatin kuştin

 

Li Bazida Agiriyê Hêzên Parastina Gel derbegeke mezin li artûşa tirk dan,  79 eskerên artêşa dagirker hatin kuştin.

HPGê çalakiya xwe weke operasyoneke şoreşgerî bi nav kir diyar kirin ku hêzên wan di operasyona gerilla de, 3 otobûs û wesaîteke zirxî ya bi tîpa kobra ji nêz ve dane ber gulleyan.

ARTÊŞA DEWLETA TIRK A DAGIRKER LI BAZÎDÊ DERBEKE GIRAN XWAR

HPG: 79 ESKER HATIN KUŞTIN, 2 OTOBÛS Û WESAÎTEKE ZIRXÎ HATIN ÎMHAKIRIN

https://www.youtube.com/watch?v=y6xVzp_EUWM ser logo bigirin, tenê ji bo detay,

2yê Adarê di çapemeniya dewleta Tirk de nûçeya çalakiyeke li dijî hêzên dewleta TIrk a dagirker a li navçeya Agirî Bazîdê hatibû belavkirin.

Dewleta Tirk weke gelek çalakiyên gerîlayan, encama vê çalakiyê jî ji raya giştî veşart.

Navenda Ragihandinê û Çapemeniyê ya HPGê têkildarî vê çalakiyê daxuyaniyek da.

Û encamên rast û rêveçûyîna çalakiyê ji raya giştî re eşkere kirin.

Li gorî daxuyaniyê…

2yê Adarê serê sibê, li navçeya Agirî Bazîdê gerîlayên HPG û YJA-Starê bi Pêngava Şoreşgerî ya Serfiraziyê rabûn.

Di çarçoveya pêngavê de gerîlayan li navbera Bazîdê û gundê Gurcîbilaxê de bi operasyoneke şoreşgerî karwanekî leşkerî yê artêşa dewleta Tirk a dagirker kirin hedef.

Gerîlayan 3 otobûs û wesaîteke zirxî ya bi tîpa kobra ji nêz ve dan ber gulleyan.

Di encama çalakiyê de 2 otobûs û wesaîteke zirxî derb xwarin û otobûsekê jî derb xwar.

Hin eskerên din, ku bi hawara karwanê leşkerî ve hatin jî bi çalakiyeke sabotajê bûn hedefa gerîlayan.

Di encama vê operasyona şoreşgerî de 79 eskerên artêşa dewleta Tirk a dagirker hatin kuştin.

Piştî çalakiyê bi dehan ambûlansan kuştî û birîndarên artêşa dagirker ji herêmê rakirin.

Yekîneya gerîla ya ev operasyona şoreşgerî li darxistî jî bi sax û silametî li baregehên xwe vegeriya.

 

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv