Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên DawîXweza

Li Bedlîsê Dewleta Tirk agir bi daristanan dixe

 

ŞEWATA LI GUNDÊ OLEKA JOR GIHÎŞT ŞEHÎDGEHA XERZA

Artêşa dewleta Tirk a dagirker xwezaya Kurdistanê dişewitîne.

Artêşa Tirk vê carê agir berda daristanên li gundê Oleka Jor a Bedlîsê

Gundiyan ragihandin ku ew nikarin pêşî li agir bigrin û gihîştiye şehîdgiha Xerzanê..

Artêşa dewleta Tirk a dagirker vê carê agir berda daristanên gundê Oleka Jor a Bedlîsê.

Gundiyan diyar kir ku beriya şewat derkevê li herêmê balafirên keşfê geriyan e.

Şêniyên gund ji bo vemirandina agir serî li rayedaran dan, lê deng ji wan nehat.

Gundiyan bi derfet û îmkanên xwe hewl dan agir vemirînin, lê agir qadeke berfireh da ber xwe.

Li gorî agahiyan agir gihîşt heta şehîdgiha Xerzanê..

Li aliyê din şewata li bejahiya Deşta Lela ya Çiyayê Gebarê jî 4 roj in dewam dike.

Li dora Keşîşxaneya Dêrulzehferanê ya Mêrdînê jî ji ber sedemeke nediyar agir bi qadê ket.

Di şewatê de rezên tirî û darên qajê bûn xwelî.

Ev jî hatin dîtin

14:30 Xweza Geliyê Ardil Dîlok 02.01.2023

Stêrk Tv

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv