Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
JinNûçeyên Dawî

Li Bedlîsê êrîşên Dewleta Tirk li ser jinan

 

Polîs û Cendirmeyên dewleta Tirk 27’ê cotmehê li Norşîna Bedlîsê davêjin ser malekê.

Bûyer li taxa Kumbet a Norşînê pêktê.

Di encamê de jinek û mêrek bi giranî birîndar bûn.

Ajansa Jinan Jinnews xwe gihand ferdên malbatê û bûyer çawa qewimiye eşkere kir.

27’ê cotmehê li navçeya Bedlîs Norşînê hêzên dewleta tirk davêjin ser maleke li taxa Kumbetê.

Serdegirtina malê, ji aliyê cendirmeyên qereqolê û polîsên dewleta Tirk ve pêk hat.

Hate zanîn ku, dewleta Tirk bi îdeya madeya hişbir davêje ser malê.

Cendirme û polîsên dewleta Tirk Ferîd Kanli û hevjîna wî Evîn Kanli birîndar dikin.

Kesên birîndar radikin nexweşxaneya li herêmê.

Evîn Kanli niha li beşa Lezgîn tê derman kirin.

Hate zanîn, Evîn Kanli ya 14 salî, ji ber zilm û şîdeta Ferîd Kanli diçe mala bapîrê xwe.

Polîsên dewleta Tirk ji bo bavêjin ser mala Ferît Kanli Evîn Kanli bikartînin.

Dayîka wê Fatma Kanli ji Jinewsê re axivî.

Polîsan keça min kirin hedef û ji bo berjewendiyên xwe bikaranîn. keça min hê 14 salî bû. Guleya polîsan li nêzî dilê wê ketiye, hinavên wê zirar dîtiye. Ferît Kanli jî ji lingê xwe birîndar bûye.

Dema Fatma Kanli derbarê êrişa polîsan de agahî dida nûçegihanên Jinnewsê, ferdên malbata Ferît Kanli bi ser mala Fatma de girtin, gef li wê û nûçegihanên Jinnewsê xwarin.

Evîn Kanli li nexweşxana Dewletê ya Tetwanê di beşa lezgîn de tê derman kirin.

Dayîka Evîn Fatma Kanli giliyê polîs û Cendermeyên ku keça wê birîndarkirine kir û dayîkê got, neha tenê daxwaza wê başbûna keça wê.

Ferît Kanli yê ji her du lingê xwe birîndarbûye jî li nexweşxana Bedlisê dibin çavdêriya polîsên dewleta Tirk de tê derman kirin.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv