Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Gerîla Ozlem Atsak li Wanê hat veşartin; Li Bedlîsê jî tevgera dagirkeriyê 10.09.2020

 

GERÎLA OZLEM ATSAK
CENAZEYÊ GERÎLAYA YJA STARÊ LI WANÊ HAT VEŞARTIN
LI BEDLÎSÊ TEVGERA DAGIRKERIYÊ

Beriya bi mehekê di êrişa hewayî ya Artêşa Tirk de li Bedlîsê gerîlaya HPG’ê Ozlem Atsak şehîd bû.

Cenazeyê Ozlem li Wanê hat veşartin.

Li aliyê din tevgera dagirkeriyê ya Artêşa Tirk hê jî li Bedlîsê dewam dike.

Di vê tevgera dagirkeriyê de eskerên Tirk bi hezaran donim qada daristanî şewitandin.

Artêşa Tirk a dagirker di 13’ê Tebaxê de bejahiya Bedlîsê bi balafirên şer bombebaran kir.

Di vê êrişa hewayî de gerîlaya HPG’ê Ozlem şehîd bû.

Malbatê cenaze wergirt û bir navçeya Wan Ebexê.

Cenaze li gundê Teqizê veşartin û eskeran destûr neda ji bilî malbatê kes têkeve goristanê.

LI BEDLÎSÊ TEVGERA DAGIRKERIYÊ
ARTÊŞA TIRK BI HEZARAN DONIM DARISTAN ŞEWITAND

Artêşa dewleta dagirker a Tirk di 6’ê îlonê de jî li Bedlîsê dest bi tevgera dagirkeriyê kir.

Li 24 gund û mezrayan derketina derve qedexe kirin û piştre jî bi hezaran donim daristan şewitandin.

Li gorî agahiyên ji çavkaniyên xwecihî hatine wergirtin;

Bi taybetî herêma Sehî ya Bedlîsê di hedefa dewleta Tirk de ye.

Herêma Sehî bi zeviyên birincê navdare û ji ber şewata daristanan, qedexe û tevgera leşkerî êdî birinc li herêmê nayê çandin.

Tevî daristana li Sehî her wiha li herêmên Xîzan, Motkî û Tetwanê jî her sal daristan tên şewitandin.

Her wiha 31’ê Tebaxê daristanên navbera gundên Doşkaya û Ortakapi yên Bedlîsê ji ber vê yekê hatin şewitandin.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv