LI BELÇÎKAYÊ ÊRIŞA NIJADPERESTÊN TIRK
3 NIJADPERESTAN CIWANEKÎ KURD BIRÎNDAR KIRIN
Zihniyeta faşîst û nijadperest a dewleta Tirk a afirandî li her deverê ji bo gelê Kurd û gelên din xeterî ye.
Nijadperestên Tirk ên ku ji serokê rejîma faşîst Erdogan hêz digirin li Belçîkayê êrişê ciwanekî Kurd kirin.
Ji ber êrişê ciwanê bi navê Ferîd bi giranî birîndar bû.
Ev bûyera nijadperest li bajarê Qureynonê ya li herêma Valon pêk hat.
Li gorî medyaya Belçîkayê, komek nijadperestên Tirk êrişê mala ciwanê Kurd yê bi navê Ferîd kiriye.
Nijadperestên Tirk dema êrişê bi facebookê jî bi awayekî zindî weşandiye.
Di encama êrişê de ciwanê Kurd bi awayekî giran birîndar bûye û li nexweşxaneyê tê dermankirin.
Polîsên Belçîkî 3 êrişkar tespît kirine û li wan digerin.