LIHEVKIRINA PDK’Ê Û BEXDA LI SER ŞENGALÊ
LI BERLÎNÊ ÇALAKIYA NOBEDÊ YA ÊZIDIYAN 6 ROJ LI PEY XWE HIŞTIN
Sazî û rêxistinên civaka Êzidî li derveyî welêt li dijî pîlana li ser Şengalê di nava tevgerê de ne.
Çalakiya nobedê ya li paytexta Almanya Berlînê hatibû destpêkirin 6 roj li pey xwe hiştin.
Çalakî li qada Brandenbûrgê ya dîrokî tê lidarxistin, ku li dora wê sefaretxaneyên gelek welatan û Parlemena Federal a Almanya heye.
Beşdarên çalakiyê têkildarî rewşa Şengalê dosyayan radestî sefaretxaneyan dikin.
Çalakî wê heta 23’yê Cotmehê dewam bike.