Di saetên êvarê de ji aliyê çekdarên nenas ve du muşekên katûşan avêtin balefirxaneya Bexdayê, lê muşek li xaniyek welatiyan ket û di encama wê de 3 jê zarok 5 kesên ji heman malbatê jiyana xwe ji dest dan.
Serkirdayetiya Operasyonên Hevbeşa a Iraqê, di daxuyaniyek de ragihand, çekdarên nenas li devera Ebo Şeban (Ebo Emer) ya li nêzî balefirxaneya Bexdayê êrişek tirsnokane pêkanîn û ji heman malbatê 5 kesan jiyana xwe ji destdan.
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ji kesên jiyana xwe ji destdane 3 jê zarokin û 2 jinin. Her wiha 2 zarokên din jî birîndar bûne.
Li gorî daxuyaniyê, cihê ku muşek jê hatine avêtin hatiye zanîn û Serokwezîrê Iraqê jî fermana girtina kesên tawanbar li hemû hêzên ewlehiyê kiriye.