LI BIRADOSTÊ ÊRIŞÊN DAGIRKERIYA TIRK
Leşkerên dewleta Tirk a dagirker xelkê Herêma Biradostê dan ber guleyan. Leşker nahêlin welatî lawirên xwe biçêrênin.
Dagirkeriya dewleta Tirk a dagirker ya li ser xaka Başûrê Kurdistanê dewam dike. Êdî leşker nahêlin xelkên herêmê ji malên xwe jî derkevin.
Di dîmenek ku kete destê ajansa me de, leşkerên dewleta Tirk li herêma Biradost gundên Xelîfan û Sîran gule bi ser şivanan dibarînin.
Li gorî agahiyên ji xelkê herêmê hatine standin, leşkerên Tirk rê nadin welatî lawirên xwe berdin û biçêrînin. Welatiyan diyarkirin ku leşkerên Tirk bi doşkan gule bi ser wan de dibarînin.