Ne tenê Hidistanê, mînakeke huner û jîrbûna zarokan li Brezîlyayê jî heye..
Zarokekî temen biçûk li ser pêlên deryayê, mîna sporvanên pispor sûrfê dike..
Joao Vîtor hê 4 salî ye..
Lê niha bi qasî navdareke mezin cihê xwe di rojeva gelê Brezîlyayê de digre..
Sedema wê jî ew e ku Joao bi wêrekî bi yek ji sporên herî zehmet re radibe ye..
Di 4 saliya xwe de mîna sporvanên pispor, li ser pêlên deryayê sûrf dike..
Ji sekan wî jî diyar bê ka çendî bixwe bawer e..
Li gorî axaftina dê û bavê wî, dema Joao 2 salî bû meraqa wî a ji bo Sûrfê destpêkir..
Kesê ku rê li pêşiya wî vekir û hêz dayê jî xwişka wî bû..