Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
JîngehNûçeyên Dawî

Li Birîtaniyayê Kampaniya Av Jiyane ji bo Rojavayê Kurdistan

 

LI BRÎTANYAYÊ KAMPANYA “AV JIYAN E”
ARMANC DESTEKA JI BO PROJEYÊN LI ROJAVA NE

Komeleyeke enternasyonalîst a li Brîtanyayê ji bo alîkariya ji Rojavayê Kurdistanê re dest bi kampanyayekê kir.

Kampanya bi slogana ‘Av jîyan e’ tê meşandin.

Pereyên ku ji kampanyayê werin berhevkirin wê ji projeyên li Rojavayê Kurdistanê re bê şandin ..

Ev malper bila li ser ekranê hebe: www.crowdfunder.co.uk/

Komeleya Aboriya Piştgiriyê ya li bajarê Braytin a Brîtanyayê, bi mebesta desteka ji bo Rojava, li ser înternetê kampanyayek da destpêkirin.

Bi armanca danasîna naverok û armanca vê kampanyaya watedar, vîdyoyeke kurt hat weşandin.

Kesên xêrxwaz bi riya malpera komeleyê, dikarin bi dayina ji 1 euroyî heta 300 euroyî tevlî vê kampanyayê bibin.

Kampanya bi slogana Av ne çek e lê jiyan e! tê meşandin û bi vî awayî jî qutkirina ava Rojava ya ji aliyê dewleta tirk tê teşhîrkirin.

Di rûpela kampanyayê de tê ragihandin, dewleta tirk û çeteyên wê, ava nêzîkî 500 hezarî welatiyan qut kirine û yek ji armancên vê kampanyayê alîkariya ji bo projeyên ava herêmê ye.

Kesên xêrxwaz dikarin bi malpera https://www.crowdfunder.co.uk/water-for-rojava  tevlî kampanyayê bibin.

 

Pereyên wê bên berhevkirin, ji bilî projeyên avê, wê ji koperatîfên jinan û şaredariyên li Rojava re bê şandin.

Komeleya Aboriya Piştgirî ligel Komeleya Aboriya Jinê ya Rojava û Heyva Sor a Kurdistanê Şaxa Brîtanyayê, bi hin saziyên navneteweyî ya piştgiriyê re xebatên hevpar dimeşîne.

Ev jî hatin dîtin

14:30 Ekolojî

Stêrk Tv

14:30 Ekolojî

Stêrk Tv

14:30 Ekolojî

Stêrk Tv

14:30 Ekolojî

Stêrk Tv

14:30 Jîngeh

Stêrk Tv

14:30 Ekolojî

Stêrk Tv