LI CEM PDK’Ê WELATIYÊN DI ÊRIŞAN DE TÊN KUŞTIN NE ŞEHÎD IN
Dewleta Tirk bi çavsorî êrişî gelê Kurd û destkeftiyên wê dike.
Ji 91’ê ve dewleta Tirk li dijî başûrê Kurdistanê zêdeyî hezar êriş pêk aniye.
û di encamê de 170 kes şehîd bûne.
Derbarê êriş û kesên şehîd bûne de ji PDK’ê daxuyaniyek sosret hat.
An go bi gotineke din:
Ji bo desthilatdariya PDK’ê welatiyên di êrişên dagirkeriya Tirk de şehîd dibin, ne şehîd in.
Ev yek piştî pirsnameya parlementera YNKê Şino Eşqî derket holê.
ŞEHÎDÊN ÊRIŞÊN DAGIRKERIYA TIRK LI BAŞÛR
LI CEM PDK’Ê WELATIYÊN DI ÊRIŞAN DE TÊN KUŞTIN NE ŞEHÎD IN
Parlementera YNK’ê Şino Eşqî pirsnameyek têkildarî welatiyên di êrişên dagirkeriya Tirk de li Başûr şehîd dibin, dabû wezareta Karûbarên Şehîdan û Enfalkiriyan a Hukûmeta Herêma Kurdistanê.
Şino Eşqî li ser hesabê xwe yê facebokê bersiva piştî 5 mehan hatî dayîn weşand.
Şino Eşqî got, min bersivek bêhêvî piştî 5 mehan ji wezaretê girt.
Piştî me pirsyarek li ser sedema şehîd nehesibandina qurbaniyên balafirên artêşa Tirkiyê, nedayîna tazmînatê ji Wezareta Karûbarên Şehîdan û Enfalkiriyan pirsî.
Lê mixabin wezaretê yasaya reformê ya temenê wê çend mehe kir hincet.
Lê ji sala 1991’ê ve welatî şehîd dikevin.
Parlementera YNK’ê ev pirs ji wezareta karûbarên şehîdan kir:
“Eger niha li benda yasaya reformê ne, wê demê beriya yasaya reformê hûn li benda çibûn?”.