Di Cenga Heftenînê de 14 leşkerên Artêşa Tirk hatin kuştin.
Çalakî ji aliyê gerîlayên YJA-STAR’ê ve pêk hatin.
HPG’ê li ser rewşa dawî daxuyaniyek da.
Gerîla TV jî çalakiya ku 5’ê Tîrmehê li Girê Koordîne yê Heftenînê pêk hatibû weşand.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê li ser Pêngava Şoreşgerî ya Cenga Heftenînê agahiyên dawî parvekirin.
HPG’ê got 7’ê Tîrmehê gerîlayên YJA Star li dijî leşkerên Tirk ên li Girê Qesrokê bi cih bibûn çalakiyek kirin.
Gerîlayan çepera li ser gir bi temamî îmha kirin û 12 leşkerên artêşa Tirk hatin kuştin.
8’ê Tîrmehê jî gerîlayên YJA Star li dijî dagirkerên li Şeşdara 2 çalakiyên sekvaniyê lidar xistin.
Di van çalakiyan de jî 2 leşker hatin kuştin.
HPG’ê ragihand ku 3’ê Tîrmehê di êrîşa hewayî ya Artêşa Tirk de li Xantûrê hevrêyên me Goran Goyî û Viyan Devrîm şehîd bûn.
Agahiyên berfireh li ser nasnameyên şehîdan ewê piştre eşkere bikin.
Gerîla TV jî çalakiya ku 5’ê Tîrmehê li Girê Koordîne yê Heftenînê pêk hatibû weşand.
Di çalakiya sekvaniyê de leşkerekî Artêşa Tirk hat kuştin.