Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Li Cîhanê hemara nexweşên bi Virûsa Korona 788 hezarî derbaskir

VÎRUSA CORONA BI LEZ LI CÎHANÊ BELAV DIBE.  HERÎ ZÊDE EWRUPA DI BIN BANDORA VÊ NEXWEŞIYÊ DE MAYE

Vîrusa Corona di rojên dawî de xwe gihandiye nêzî piraniya welatên cîhanê.

Bi taybet li welatên Ewrûpa herî zêde di bin bandora vê nexweşiyê de maye.

Li cihanê zêdetirî 785 hezar kes bi şewba korona ketiye û hejmara qurbaniyan jî 37 hezar û 910 kesî derbas
Li cîhanê roj bi roj hejmara kesên bi vê şewbê dikevin zêde dibe û li hêla din jî hejmara qurbaniyên wê jî zêde dibe.

Li seranserî cîhanê hejmara nexweşên vîrûsê 787 hezarî derbas kir û hejmara qurbaniyan jî 37 hezar kesî derbas kir

Li cîhanê êdî navenda vîrûsê bûye Ewrupa û Dewletên Yekbuyî Emerikayê.

Li Dewletên Yekbuyî Emerikayê rojane nêzî 10 hezar kes bi vîrûsê dikevîn.

Bi vî awayî hejmara nexweşan nêzî 165 hezarî ye û qurbaniyên vîrûsî jî bûn 3 hezar 180 kesî.

Li Îtalyayê jî hejmara nexweşan 101 hezarî derbas kir.

Li vî welatî di 24 saetên dawîn de 812 kes bi koronayê mirin.

Piştî Îtalyayê herî zêde li Îspanyayê ji ber vîrûsê mirov dimirin.

Di 24 saetên dawîn de 537 kes ji ber vîrûsa mirin. Hejmara nexweşan jî 85 hezar derbas kir.

Li Elmanyayê, Îran, Fransa, Îngilistan, Siwîsre, Belçika û Holandayê jî rojane bi hezaran kes bi vê nexweşiyê dikevîn.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv