Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Li cîhanê li dijî komployê wê bêrawestan çalakî werin li darxistin 04.02.2021

 

ÇALAKIYÊN LI DIJÎ KOMPLOYA 15’Ê SIBATÊ
LI CÎHANÊ LI DIJÎ KOMPLOYÊ BÊ RAWESTAN ÇALAKÎ

Kurdistanî û dostên kurdan li dijî komploya navnetewî li qadan in.

Ji ber tevdîrên Covid-19´ê îsal teqwîma çalakiyan hinekî cihê hatiye diyarkirin.

Derbarê çalakiyên li Ewropayê Hevserokê KCDK-Ewropayê Yuksel Koç agahî dan.

Yuksel Koç diyar kir ku çalakî wê heta 15´ê Sibatê bê navber dewam bikin û got:

Em weke KCDK-E, hem di çarçoveya pêngava azadiyê û hem jî bi rasthatina salvegera Komploya Navneteweyî li seranserê dinyayê çalakiyan li dar dixin. Heta 15´ê Sibatê çalakiyên me wê bê navber dewam bikin.

Meşên dirêj ên ciwan û enternasyonalîstan, îsal ji ber tevdîrên pandemiyê wê li dar nekevin.

Lê li şûna wan çalakiyên ciwan û enternasyonalîstan hene.

Ji 5 heta 13´ê Sibatê, ciwanên Kurd û enternasyonalîstên li Almanyayê wê çalakiyan li dar bixin.

Meşa ciwanan wê bi mîtînga sibe ya li Hanauyê dest pê bikin.

Di vê çarçoveyê de 9 rojan, her roj li bajarekî din wê çalakî hebin.

5´ê Sibatê, li Hanauyê piştî bibîranîna 9 ciwanên di êrişa nijadperest a par de qetilkirî, wê mîtîngek li navenda bajêr bê lidarxistin.

Her rojê wê li bajarekî Almanyayê çalakî werin lidarxistin û 13’ê mehê jî wê li Feîburgê mîtîngekê girseyî were çêkirin.

Li aliyê din li seranserê Ewropayê wê meşên ji bo sê rojan werin organîzekirin.

Îsal wê li gelek welatan kitêbxaneya seyar a Rêber Apo bigere. Ji bo vê, 22 otobus li seranserê Ewropayê, li Kanada û Awusturalyayê bigerin.

Kitêbxaneya seyar a Rêber Apo li bajarê Almanya Bremenê dest bi gera xwe kir. Otobos li Oldenburgê ye. Otobus 5’ê sibatê wê biçe Hamburgê û bi mîtîngekê wê gera xwe bi dawî bike.

Ji bo protestokirina bêbextiyê, 13´ê Sibatê li seranserê dinyayê wê çalakî hebin.

14´ê Sibatê bi pêşengiya ciwanan wê meşên bi meşaleyan bên lidarxistin.

15´ê Sibatê jî bi pêşengiya TJK-E´yê li ber konsolosxaneyên Tirk û Emerîkî wê çalakî bên lidarxistin.

Koma Xebatê ya ji bo Kurdan a Efrîkaya Başûr û Konfederasyona Sendîkayan a Efrîkaya Başûr bi daxwaza azadiya Abdullah Ocalan kampanyaya şandina nameyan dane destpêkirin.

KCDK-Ewropa wê bi awayekî çalak destekê bide vê kampanyayê da ku xelk nameyan ji Neteweyên Yekbûyê re ji bo azadiya Rêber Apo bişîne.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv