Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Li Çarçela çalakî, li Xakurkê û Dersimê şer dijwar e

 

 

Li Rojhilata Navin, dewleta tirk dema êrişê deverekî dike, kêm be jî dewletên ku li hember wê derdikevin hene.
Piraniya Dewletê Ereb, ji Ewropayê Fransa projeyên Dewleta trik yên dagikrieriyê red dikin.

Lê dema dewleta tirk êrişê başûrê Kurdistanê dike, dixwaze dagir bike, berde nerazîbûn tam berovajî hêzên cîhanê çek û sileh didinê.

Herkesî fehm kiriye ku dewleta tirk ne ji bo şerê li hember gerilla li başûr e.
Ew dixwazin weke hin heremên Rojava, weke Efrin û Idlibê, başûrê Kurdistanê jî bi temamî dagir bikin û tevlî Trikiyê bikin.

Piştre ewê çi bikin, ewê kuran ji gundên wan derbixin, li şûna wan malbatên çeteyên xwe bînin bicîh bikin.
Ji bo mirov vê yekê zanibe, icab nake zêde siyasî be.

Herkes dizane ev sûçe, Neteweyên Yekbuyî, Yekitiya ewropayê û Amerika jî dizanin ku ev sûç e.
Hêza bi tenê ku îro li dijî dewleta tirik derdikeve, li hember teknika wê ya eqas pêşketî li berxwe dide, hêzên gerilla ne.

Di vî şerî de pêdivî bi hêzeke din heye ew jî hêza gele, seferberiyeke giştî ya gelê kurd lazime.
Eger ev seferberî li herçar perçeyên Kurdistanê çêbibe gelo Dewleta wê çiqas karibe li Kurdistanê bimîne?
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPGê encama şerê li Heftaninê eşkere kir.

Navenda Ragihandinê û Çapemeniyê ya HPG’ê bi daxuyaniyekê encamên çalakî û şerê dawî yê li dijî dagirkeriya dewleta Tirk eşkere kir.

Li gorî daxuyaniyê;

Gerîlayên bi Pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Bager û Şehîd Ronya rabûn 27’ê Hezîranê li Çarçela ya bi ser herêma Zagrosê ve li dijî artêşa dewleta Tirk a dagirker çalakiyek sekvanî kirin.

Di çalakiyê de eskerek hat kuştin.

1’ê Tîrmehê jî li qada Ermûşê ya herêma Xakurkê, di navbera artêşa dagirker û hêzên gerîla de şerekî dijwar qewimî.

Di şer de gelek esker hatin kuştin û balafireke keşfê ya bi tîpa dron hat xistin.

Gerîlayên bi navê Masîro û Şaho li vê derê heta gulleya xwe ya dawî şer kirin û şehîd bûn.

24’ê Hezîranê li navçeya Dersimê Pilûrê artêşa dewleta Tirk a dagirker qada Neynîkan bi balafirên şer û helîkopteran bombe kirin û paşê tevgera dagirkeriyê li darxistin.

Li vir di navbera gerîla û artêşa dagirker de şer qewimî.

3 gerîlayên bi lehengî şer kirin şehîd bûn û tevgera dagirkeriyê hê jî li herêmê didome.

Li aliyê din balafirên şer ên artêşa dewleta Tirk a dagirker 2’yê Tîrmehê qada Bektorya ya Herêma Heftenînê, 3’yê Tîrmehê jî qadên Kurojaro û Şikefta Birîndaran ên Zapê bombe kirin.

Ev jî hatin dîtin

Tîmên YPS û YPS-JIN bîlançoya calakiyên meha Tîrmehê eşkere kirin

Stêrk Tv

HPG: Di çalaiyên YJA-Starê de 13 eskerên dijmin hatin kuştin

Stêrk Tv

Gerîlayê HPG Qendîl Zap ji Heftanînê peyama azadiyê dişîne

Stêrk Tv

Bûroya hûqûqê ya Sedsalê: Rapora CPT têrê nake. Divê sîstema Imraliyê were bidawîkirin

Stêrk Tv

Li Danîmarkayê ji bo azadiya Zeyneb Celaliyan çalakî hat lidarxistin

Stêrk Tv

Çalakiyên jinan ji bo pêkanîna peyamana Stenbolê didom in

Stêrk Tv
× Me agahdar bikin!