Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Li dehan navendên Almanyayê li dijî qedexeya PKK’ê çalakî pêk hatin 22.11.2020

 

HÊRSA LI DIJÎ QEDEXEYA PKK’Ê
LI DEHAN NAVENDÊN ALMANYAYÊ ÇALAKÎ PÊK HATIN

Çalakiyên li dijî qedexeya neheq ya li ser navê PKK’ê, di pêşengiya KON-MED’ê de li gelek navendan pêk hatin.

Li paytext Berlînê tevî qedexeyê bi sedan kes beşdarî meşê bûn.

Bi çalakiyê ji Almanya hate xwestin qedexeya neheq dawî bike.

Kurdistaniyên li Stutgardê jî heman daxwaz anî ziman.

Ji bo heman armancê li Hamburgê jî çalakî hebû.

Çalakgeran tevî daxwaza qedexeya PKK’ê daxwaza azadiya Rêber Apo jî anî ziman.

Li Kolnê jî gelek kesên beşdarî çalakiyê bûn, ji Almanyayê xwest ku qedexe PKK rake û hevkariya qirêj a bi Tirkiyê re dawî bike.

Li bajarê Frankfûrtê jî, qedexe bi mitingehê hat protestokirin.

Nûnerên tevgerên çep ên Alman û Tirkiyeyê jî tevlî çalakiyê bûn û li dijî qedexe û krîmînalîzekirinê banga têkoşînê kirin.

Li bajarê Osnaburk, Darmstadt, Nuernberg jî çalakî pêk hatin.

Di çalakiyan de Qedexeya li ser PKK’ê hat protesto kirin.

Jinên Ciwan ên Têkoşer TEKO-Jin û Tevgera Ciwanên Şoreşger jî li Dormundê çalakî pêk anî.

Ciwanên qedexeya PKK’ê şermezar kir, daxwaza azadiya Rêber Apo anî ziman.

Çalakiyek jî li Hannoverê hat lidarxistin.

Li ser banga Meclîsa Gel gelek kes beşdarî çalakiyê bûn û qedexeya li ser PKK’ê protesto kirin.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv