LI DERSÎMÊ 29 HERÊM HATIN QEDEXEKIRIN
DEWLETA TIRK ZEXTÊN LI SER DERSÎM Û ŞIRNEXÊ ZÊDE KIRIN
Desthilatdaiya faşîst a AKP-MHP’ê bi polîtîkayên zextê dest bi sala nû kir.
Li Dersîmê 29 herêm weke herêmên qedexe hatin ragihandin.
Li Şirnexê jî 15 herêm li sivîlan hatin qedexekirin
Walîtiyên Tirk bi daxuyaniya xwe qebûl kir ku qedexe ji ber liv û tevgera eskerî hatiye danîn.
QEDEXEYA LI COLEMÊRGÊ
HEMÛ ÇALAKIYÊN LI COLEMÊRGÊ 15 ROJÊN DIN JÎ HAT QEDEXEKIRIN
Li Colemêrgê ev bi mehan e çalakiyên demokratîk ên gel, bi hincetên keyfî tê qedexekirin.
Li gorî daxuyaniya walîtiya Tirk a dagirker bi hincetên weke corona, ewlehiya milli û asayîşê qedexe hatiye dirêjkirin.
Qedexe wê heta 15’ê Çileyê dewam dike.