Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

‘Li Dersimê dixwazin nasnameya elewîtiyê tune bikin’ 28.11.2020

DERSIM – Rêveberê Navenda Lêkolînên Dersimê Selman Yeşîlgoz diyar kir ku bi desteka îqtîdarê di bin navê komele û weqfan de tarîqat rêxistinên xwe dikin û got: “Dixwazin nasnameyek tune bikin. Hewl didin elewîtiyek nû biafirînin.”

Li Dersimê bi salan e civaka elewî tê asîmilekirin. Di salên dawî de bi rêya komele, weqf, cemat û saziyên cuda ev polîtîkaya pişaftinê ku Dersimê kiriye armanc li ser kar in. Saziyên wek Komeleya Xizmeta Perwerde û Çandê ya Mûnzûrê (Suleymanî), Komeleya Alîkariya Perwerde, Çand û Civakî ya Ehlibeyt (Terîqata Menzîlê), Weqfa Ensarê ya Şaxa Dersimê, Weqfa Yekîtiyê ya Şaxa Dersimê, Cemiyeta Îlîm Yayma ya Şaxa Dersimê, Tugva ya Nûnertiya Dersimê, Komeleya Tevgera Bekaya Millî û gelek sazî û dezgehên din di demên dawî li Dersimê xebata rêxistinakirina xwe leztir kirine. Van komele û weqfên ku alîkariya madî ji dewletê distîne bi rêbazên cemata Fethullah Gulen rêxistinê ji xwe re esas digirin. Van saziyên girêdayî tarîqatan bi rêya dibistanên taybet, derxane û alîkariyan xebatê birêve dibin.
Hat zanîn kul i taxa Ataturkê paralelê van tarîqatan cihên bi armanca bazirganiyê jî hatine vekirin. Ev tarîqatên li bajêr her ku diçe xebatên xwe zêde dikin û koliyên alîkariyê li welatiyan belav dikin û perwerdehiya beleş didin xwendekarên zanîngehê. Nûnerên rêxistinên civakî yên sivîl û partiyên siyasî van xebatan hemû wek êrişa li dijî baweriya elewîtiyê dinirxînin û zêdebûna tacîz, destdirêjî û fihûşê jî bi van xebatên tarîqatî ve girê didin.
Rêveberê Navenda Lêkolînên Dersimê (DAM) Selman Yeşîlgoz rêxistina cematên li Dersimê û armancên wan ji ajansa me re nirxand.
‘ZIMAN Û ÇANDÊ Û BAWERIYÊ DIKIN ARMANCA XWE’ 
Yeşîlgoz anî ziman ku ev komele li Zanîngeha Mûnzûrê bi awayek zêde li xebatê birêve dibin û wan wek DAM’ê tiştên li bajêr tên zanîn û rehendên rêxistinkirinê derxistine holê. Yeşîlgoz da zanîn ku ev tarîqat ji bo xwe bînin asta nasînê van xebatan dikin û got: “Me di lêkolîn û xebatên xwe de dît ku ev komele û tarîqat ji tiştên di raya giştî de tên zanîn bêtir meyldariyek cidî heye. Komeleya Tevgera Bekaya Millî bêtir li ser gotinên nijadperest xebatên xwe birêve dibe. Weqfên din jî ew weqfên salên dirêj in li Tirkiyê xebatên xwe birêve dibin. Heman xebatê li bajarê me birêve dibin. Ev komele û weqf bi tarîqatiyê çand, ziman, bawerî û kesayetiya Dersimê dikin armanc. Dixwazin polîtîkatiya tekîtiyê birêve bibin. Ev jî polîtîkaya dewletê ye. Ev komele û weqf niha bi rêbazên Fethullah Gulen taktîkan birêve dibin û li ser navên cuda polîtîkaya xwe dimeşînin.”
‘LI ZANÎNGEHÊ XEBATAN BIRÊVE DIBIN’ 
Yeşîlgoz destnîşan kir ku ev komele û weqf bêtir li ser xwendekarên zanîngehê di nava zanîngehê de xebatan birêve dibin û armanca wan ew e ku hişmendiya xwe li zanîngehê bicih bikin. Yeşîlgoz anî ziman ku li pişt van cemat ango tarîqatan desteka madî ya dewletê heye û bi alîkariya dewletê xebatên xwe birêve dibin. Yeşîlgoz destnîşan kir ku kafe û kargehên li taxa Atatûrkê dest guhertine û armanca van mekanan ew e ku dejenrasyona çandî pêk bînin.
‘DIXWAZIN NASNAMEYEK TUNE BIKIN’ 
Yeşîlgoz anî ziman ku bi rêyên derfetên madî yên cuda dixwazin însanên li herêmê birêxistin bikin û got: “Armanca van kesan ango saziyan ew e ku nasnameya herêma Dersimê û elewîtiyê tune bikin. Dixwazin elewîtiyek nû li gorî xwe biafirînin. Ev polîtîka li Amed, Batmanê û deverên din bi şiklên cuda tên sepandin. Li her herêmê cuda disepînin. Dibe ku ev di siberojê de rê li ber endamên xeternak vekin.”
BI HEV RE 
Yeşîlgoz bang li xelkê Dersimê, dêrsimiyên li metropol û Ewropayê kir ku li ber vê rabin û ew dikarin bi hev re pêşî liv an polîtîkayan bigirin û pûç bikin û têbikoşin.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv