Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Li Dêrsimê qirkirina çandî: Navê operasyonê li muzeyê hat kirin 25.12.2020

 

LI DERSÎMÊ QIRKIRINA ÇANDÎ
‘NAVÊ OPERASYONÊ LI MUZEYÊ HATE KIRIN’

Avahiya li navenda bajarê Dersimê ku di salên 1935 û 1937’an de weke biryargeha eskerî hate avakirin, heta sala 1949’an hate bikaranîn.

Rejîma AKP-MHP’ê jî weke rejîmên berî xwe di komkujî Dersîmê de bi israr e.

Vê hikûmeta faşîst avahiya ku mîna lekeyek reş di dîroja Dersîmê de cihê xwe digre veguherand muzeyê û navê wê jî kirin “Muzeya Tûncelî.”

Ji bo vê biryargeha eskerî ku weke cihê birêvebirina Qirkirina Dersimê bû, rêxistinên civakî yên sivîl daxwaz dikirin ku ev der weke şûnekî bîrê û dîroka zîndî bimîne.

Tevî vê desthilatdariya faşîst a AKP-MHP mîna tola xwe ji hebûna Dersîmê bigrin bi biryareke sosret ev pêşniyazên civakên sivîl jî paşguhkirin.

Navenda Lêkolînên Dersimê bi daxuyaniyekê ragihand ku li gel pêşniyarên sazî û komeleyan jî “Muzeya Tûncelî” hatiye vekirin.

Saziyê ragihand ku bi vî awayî navlêkirin û vekirina navendeke wiha îşaret pê dike ku zîhniyeta kujer dewam dike.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv