Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Li dijî dagirkeriya tirk, Şeladizê li Başûr bû cihê serbilindiyê 26.01.2021

 

SALVEGERA RAPERÎNA ŞÊLADIZÊ
LI DIJÎ DAGIRKERIYA TIRK, ŞÊLADIZÊ LI BAŞÛR BÛ CIHÊ SERBILINDIYÊ

Raperîna Şêladizê ya dijî dagirkeriya dewleta Tirk, di salvegera 2’yan de jî hîna peyama herî xurt a li dijî dewleta Tirk a dagirker e.

Xelkê Şêladizê bi helwesta xwe diyarkirin ku êdî ew dagirkeriyê qebûl nakin.

Xelkê Şêladiz bi helwesta xwe ya netewî, bala her çar beşên Kurdistanê xist ser xwe û xwest ji desthilata Herêma Kurdistanê re jî bêje ‘Alîkariya ku hun didin dagirkeran, nayê qebûl kirin’.

Şêladiziyan ji artêşa Tirk re jî got; “Ev xak ji bo we herame, êdî em hemberî komkujiyan bêdeng namînin.”

Çi bûbû sedem ku Şêladiz li dijî dagirkeran ewqas bi hêrs rabûbû ser pêyan?

Helbet ev bi bûyerek re bi sînor nîn e. Ev xelkê welatparêz tu carî lis er xwe hukmê dagirkeran qebûl nekiriye.

Lê dilopa dawîn êrişa dewleta tirk a dagirker bû ku bi balafiran di 23’yê çileyê de bombe bi ser xelkê de barand.

Di wê êrişê de 4 welatî şehîd bibûn.

Xelkê di 26’ê Çileyê de li Şêladizê, dijî baregehên artêşa Tirk a dagirker destbi xwepêşandanê kir.

Xelkê Şêladizê bi ser baregehên artêşa Tirk de girtin û şewitandin.

Eskerên Tirk rasterast bi guleyan êrîşê welatiyan kirin û di encamê de 2 kes şehîd bûn.

Lê tevî vê jî Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî berevajiya daxwaza xelkê, wê demê Şêladiziyan weke ‘provakator’ binavkir.

Barzanî di heman demê de rojnamegerên raperîna Şêladizê gihandîn raya giştî jî kir hedefa xwe.

2 sal bi ser raperîna xelkê Şêladiz a dijî dagirkeriya dewleta Tirk re derbas bû.

Hîn jî dagirkeriya dewleta Tirk ya li ser xaka Başûrê Kurdistanê dewam dike.

Artêşa Tirk roj bi roj baregehên xwe yên di nava xaka Başûrê Kurdistanê de qayîm dike.

Êdî artêşa Tirk ji nava xaka Başûrê Kurdistanê, gund û herêmên Başûrê Kurdistanê dide ber topan û dagir dike.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv