DAXUYANIYÊN PROVOKATÎK YÊN ERDOGAN
WELATÊN YEKÎTIYA EWRÛPA LI MACRON XWEDÎ DERKETIN
Gotinên şefê rêjîma Tirk Erdogan derbarê serok-komarê Fransayê de rê li ber nerazîbûna welatên Yekîtiya Ewrûpayê vekir..
Lîderên Yekîtiyê piştgiriya xwe a ji bo Macron ragihandin û gotinên Erdogan jî weke êrişa nayê qebûlkirin binav kirin..
Şefê rêjîma Tirk Erdogan beriya çend rojan serok-komarê Fransayê weke nexweşê pisîkolojîk binav kirin û li hemberî wî gotinên kirêt bikar anîn..
Di berdewamiya vê siyaseta xwe de, Erdogan doh jî banga boykotkirina malên Fransî kir..
Piştî vê helwesta Erdogan, nijadperestên li Tirkiyên ku komên çete li dijî Fransa û serokê wê xwepêşandan lidar xistin..
Li dijî vê helwesta Erdogan, welatên Yekîtiya Ewrûpayê nerazîbûn nîşan dan..
Wezîrê Karê Derve ê Almanyayê Hayko Maas gotinên Erdogan li hemberî Makron weke êriş binav kiri û wiha got:
Di mijara têkoşîna li dijî Îslama Radîkal de, Almanya wê piştevanê Fransayê be. Divê were zanîn ku têkoşîna li dijî terora Îslamîst û ti carî natê wateya dijberiya li hemberî Îslamê.
Berdevkê hukûmeta Alman Steffen Zaybert jî eşkere kir ku êrişkariya Erdogan li henmberî Makron wê neyê qebûlkirin û bi van gotinan operasyona li dijî Mizgefeteke Tirk a li Berlînê şîrove kir:
Polîsên Alman li gotî qanûn û huqûqê tevdigerin.
Serokwezîrê Awusturyayê Sebastîan Kurz jî bi gotinên tûnd bersiv da şefê rêjîma Tirk Erdogan..
Kurz, êrişkariya li dijî Macron şermezar kir û wiha got; Êdî ti pêwendiya Tirkiyê bi nirxên Yekîtiya Ewrûpayê re nemaye. Em ê piştgiryê bidin Fransayê..
Serokwezîrê Yûnanistanû Kiryakos Mîçotaîk jî anî ziman ku Erdogan bi siyaseta xwe, kîn û nefretê di navbera gelan de pêş dixe û aştiyê sabote dike.
Mîçotakîs jî ragihand ku ew li gel Fransa û serokê wê Makron in..
Serokwezîrê Îtalyayê Guîseppe Conte jî diyar kir ku ew gotinên Erdogan ti carî qebûl nakin û desteka xwe a ji bo Makron diyar kir..
Serokwezîrê Hollandayê Mark Rutte jî bi gotina, em bi biryardarî piştgiriyê didin Fransayê, nerazîbûn li dijî Erdogan nîşan da..