Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Li dijî Dewleta Tirk li Lîbyayê operasyona Hêzên Navneteweyî pêktên

 

LI DIJÎ ÇEKÊN TIRK OPERASYONEK NAVNETEWEYÎ PÊK HATIYE

Heta niha li ser binpêkirina ambargoya çekan a Lîbyayê ya ji aliyê dewleta tirk ve gelek caran nerazîbûn hatin nîşandan

Lê bi raporekê derket holê, ji bo sekinandina vê sewqiyata leşkerî operasyonek hatiye kirin.

Lê paşê ev operasyon hatiye betalkirin

Raporeke Neteweyên Yekbûyî nîşan dide, ji bo pêşîgirtina li sewqiyata leşkerî ya dewleta tirk ya ji bo Lîbyayê, operasyonek hatiye lidarxistin.

Televîzyona fermî ya alman Doyçe Wele ku xwe gîhand vê rapora veşartî, diyar kir, operasyon ji aliyê 8 welatan ve hatiye pêşxistin.

Li gorî vê navê vê operasyonê Projeya Opûs bûye û bi rêvebiriya Mîrektîyên Ereb ên Yekgirtî hatiye meşandin.

Li gorî rojnameya îngilîzî ya Awusturyayê Herild San jî, hêzên ji Awustralya, Fransa, Malta, Afrîkaya Başûr, Brîtanya û Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê di nava vê operasyonê de cî girtine.

Herwiha bi armanca, alîkariya operasyonê ji Urdunê jî qasî 20 pispor çûne bajarê Bîngazî ku di destê Hêzên Hafter de ye.

Tê diyarkirin ji bo operasyona hevpar balafir û hin bot jî hatine kirêkirin.

Rapora Neteweyên Yekbûyî dide zanîn, detayên di derbarê Projeya Opûsê de nehatine bidestxistin û dawiyê de jî ev operasyon hatiye betalkirin.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv