LI DIJÎ KOMPLOYÊ PÊNGAVA “DEM DEMA AZADIYÊ YE”
CIWANÊN KURD LI FRANSA MEŞEKE DIRÊJ LI DARXISTIN
Ciwanên Kurd li dijî komploya navneteweyî bi Pêngava Dem Dema Azadiyê ye dest bi meşa dirêj kirin.
Ciwan bi vê çalakiya xwe azadiya fizîkî ya Rêber Apo dixwazin.
Tevî ciwanan gelek Kurd beşdarî meşê bûn.
Meşa ciwanan 21 kîlometroyî heta bajarê Lorîentê dewam kir.
LI DIJÎ KOMPLOYÊ PÊNGAVA “DEM DEMA AZADIYÊ YE”
LI HAMBÛRGÊ MEŞA DIRÊJ, LI ESSLÎNGEN Û CHARLEROI ŞANDINA NAMEYAN BO NY
Meşeke din a dirêj li bajarê Almanya Hambûrgê hat lidarxistin.
Tevî berfê û seqemê jî gelek Kurdistanî beşdarî çalakiyê bûn.
Li rex daketina qadan, lidarxistina çalakiyên cûda, gelê Kurd bi kampanyayên navneteweyî yên ji bo azadiya Rêber Apo jî di nava tevgerê de ye.
Kurdistanî bi kampanya “Dem Hatiye Ocalan Azad Bibe” û bi banga Konfederasyona Sendîkayên Afrîkaya Başûr, nameyan ji Neteweyên Yekbûyî re dişînin.
Di nameyan de ji bo azadiya fizîkî ya Rêber Apo bang li Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Antonyo Guteres tê kirin, ku bikeve nava tevgerê.
Name li bajarê Almanya Eslîgenê hatin şandin.
Devereke din a name ji Neteweyên Yekbûyî re hatin şandin bajarê Belçîka Şarloxua bû.
Kurdistaniyan li ber postaxaneya navendî ya bajêr bi daxuyaniyekê nameyên xwe şandin.