Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

li dijî planên Tirkiyê li Rojhilatê Deryaya Spî Misir û Yunanîstanê peyamanek imze kirin

 

Li dijî planên dewleta Tirk li rojhilatê Deryaya Spî, Misir û Yunanistanê gaveke girîng avêtin.

Doh li paytext Qahîrê van her du welatan peymana xîzkirina sînorên deryayî di navbera xwe de îmze kirin.

Ev peyman, wek derbeke mezin li hemberî Tirkiye hat pênasekirin.

Ev bi mehane dewleta Tirk di nava hewildanên dagirkirina rojhilatê Deryaya Spî de ye.

Li dijî vê poltîkaya Enqere, welatên Misr, Yunanistan û Qubrisê di nava liv û tevgerê de ne.

Di encamê de, doh Qahîre û Athena gaveke girîng avêtin.

Her du welatan li paytext Qahîre peymana xîzkirina sînorên deryayî di navbera xwe de îmze kirin.

Ev peyman, ji hêla çavdêran ve weke derbeya mezin li hemberî Tirkiye hat pênasekirin.

Her wiha hat diyarkirin ku ev peyman wê rê li pêşiya hewildanên Tirkiye yên vekolîna petrol û gazê bigire.

Di heman demê de, wê peymana di navbera Enqere û hikûmeta Wîfaq a li Terablusê de jî bê wate bike.

Derbarê peymanê de, wezîrê karê derve yê Misrê, Samih Şukrî, got:

Ev peyman rê dide ku Qahîre û Athena di asta herî jor de sûdê ji reservên petrol û gazê li Deryaya Spî wergirin.

Wezîrê karê derve yê Yunanistanê, Nikos Dendias jî, diyar kir ku peyman rêzê ji qanûna navneteweyî re digire û wê aramiyê li rojhilatê Deryaya Spî pêk bîne.

Di heman demê de, Dendias behsa peymana navbera Enqere û hikûmeta Wîfaq jî kir.

Dendias got, ew peyman ne li gorî qanûna navneteweyî ye, ji ber vê yekê tu rewabûna wê tune ye û cihê wê gilêşdank e.

Li hemberî peymana Qahîre û Athena, dewleta Tirk nerazîbûna xwe diyar kir.

Wezareta karê derve ya Tirkiyê îdîa kir ku herêma hatî xêzkirin deverên li bin serweriya Tirkiyê jî dide ber xwe, û ev herwiha tê wateya binpêkirina sînorên deryayî yên Lîbyayê jî.

Ev jî hatin dîtin

Rojnamevan Kerem Çîftçî: Tê hewldan komployek nû lidar bêxin 27.10.2020

Stêrk Tv

Mûrat Karayilan: PDK xwe ji şer re amade dike 27.10.2020

Stêrk Tv

Li Biradostê êrişên dewleta Tirk a dagirker 27.10.2020

Stêrk Tv

Li dijî daxuyaniyên provokatîk ên Erdogan welatên Ewrûpa li Macron xwedî derketin 27.10.2020

Stêrk Tv

Hukumeta Alman: Ji sala 2016’an ve pêwendiya Erdogan û ixwanê Muslimîn zêde bûye 27.10.2020

Stêrk Tv

Ji pênûsa rojnameger Necmettîn Salaz nivîsa “Bexda-Hewlêr-Şengal” 27.10.2020

Stêrk Tv
× Me agahdar bikin!