Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Li Efrînê ji ber êrişa çeteyan 13 sivîl birîndar bûn 30.10.2020

 

ÊRIŞÊN DAGIRKERIYA TIRK
LI EFRÎNÊ JI BER ÊRIŞA ÇETEYAN 13 SIVÎL BIRÎNDAR BÛN

Efrîn, ji roja hatiye dagirkirin û vir ve, artêşa Tirk û çeteyên zilmeke mezin li xelkê sivîl û hawirdora wî dikin..

Ajansa Nûçeyan a Hawarê ragihand ku doh li navçeya Cindirês çeteyên dewleta Tirk biser gundê Îska de girtin..

Çeteyên hov ketin malên gundiyan û nav malên wan talan kirin..

Dema ku xelkê gundî li ber wan rabûn, çeteyan vê carê gulle li wan reşandin..

Di encamê de 13 gundî birîndar bûn..

Ji kesên birîndarê nasnameya gundiyên binavê Alî Cemo û Mihemed Osman hat eşkerekirin..

Ji aliyê din ve, komên çete li gundên Kefer Sefra û Goran ên girêdayî Cindirêsê bi ser malan de girtin û 18 sivîl revandin..

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv