Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Li Elmanyayê civaka Kurd û dostên xwe li dijiî qedexeya PKK’ê daketin qadan 21.11.2020

 

Li Almanyê, Partiyên muxalefetê pêşniyazname pêşkêşî parlementoya xwe kirin ku li ser Tirkiyê ambargoya çekan were dayin.

Weke sedem jî, Dewleta Tirk li derveyê huquqa navnetewî li Sûrî, Lîbya, Derya Spî, Qerebax û Qibirsê daxilî karên navxweyî bûye.

Ya balkêş ewe ku êrişa Dewleta tirk ya li ser kurdan weke sedemê ambargoyê nayê nişandan.

Partiya Çep eşkere kir ku Almanya ji sala 2002’an ve bi buhayê 2 milyar û 200 mîlyon euro çek firotine Tirkiyê

PARTIYÊN LI ALMANYAYÊ: LAZIME AMBARGOYA ÇEKAN WERE DANÎN

Partiyên muxalefetê li Almanyayê têkildarî destwerdana dewleta Tirk li Sûrî, Lîbya, Derya Spî, Qerebax û Qibirsê, pêşnûmeyek amade kirin…

Pêşnûmeya binavê “Sîleh nedin Tirkiyê” ji aliyê partiya Çep ve hatiye amadekirin, radest meclisê hate kirin..

Di pêşnûmeyê de tê gotin, şîrketên Almanya bi buhayê 12 mîlyon û 800 hezar Euro teknîk firotine Tirkiyê û wiha dewam dike:

Bi saya vê teknîkê, Tirkiyê bû xwedî hêza bikaranîna balafirên şer ên bê mirov. Enqere van çekan di şerê li dijî Kurdan de bikar tîne.

Her wiha ev balafirên şer, li Iraq, Lîbya û Qerebaxê jî hatine bikaranîn.

Partiya Çep eşkere kir ku Almanya ji sala 2002’an ve bi buhayê 2 milyar û 200 mîlyon euro çek firotine Tirkiyê û bi van gotinan îşaret bi rola Almanyayê a di şerxwaziya Tirkiyê de kir:

Çekên di şerê li dijî Lîbya, Yunanistan û Qibrisê de werin bikaranîn, bi erêkirina Almanyayê hatine firotin. Muhtemele ku Tirkiyê van çekan din şerê herêmî de bikar bîne.

Dewleta Tirk ji bilî êrişên ku dike, her wiha çekdarên cîhadîstê Îslamî jî şandine Sûrî, Lîbya û Qerebaxê. Tirkiyê êdî bûye navenda tevgera van komên cîhadîst û ev yek sala 2016’an ji aliyê Almanyayê ve hatibû piştrastkirin.

Di pêşnûmeya Partiya Çep de, ev daxwaz hatine kirin:

-Divê bi her awayî transfera çeka û teknînka leşkerî ji bo Tirkiyê were rawestandin.

-Pêşî li tevgerên binpêkirina ambargoya çekan li ser Tirkiyê were girtin. Bazirganiyan çekan a şîrketên Alman bi Tirkiyê re were qedexekirin.

-Ji bo pêşxistina teknîkan şer li Tirkiyê, ti perçeyên çekan neyê firotin.

-Êdî Yekîtiya Ewrûpa jî ji bo ambargoya çekan li ser Tirkiyê bikeve nava hewldanan.

-Ji ber ku ambargoya li ser Tirkiyê red dikin, lazime li dijî Macaristan, Îtalya, Îspanya û Malta helwest were nîşandan.

Bi heman daxwazê Partiya Keskan jî pêşnûmeyek radestî Meclisa Federal kir..

Di pêşnûmeyê de tê bi bîrxistin ku dewleta Tirk bi êrişên li dijî Bakurê Sûrî û destwerdana li Lîbya, Qerebax û Derya Spî eşkere huqûqa navneteweyî binpê kiriye û ev daxwaza hatine kirin:

-Her cûyerên firotina çekan ji bo Tirkiyê were betalkirin.

-Ambargoya çekan li ser Tirkiyê, di asya Ewrûpayê de were pêkanîn.

 

 

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv