Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
JinNûçeyên Dawî

Li Ên Îsayê şêniyên Girê Spî dagirkeriya Dewleta Tirk şermezar kirin

 

Bi sedan ji şêniyên Kantona Girê Spî bi munasebeta salvegera yekemîn ya êrîşên ser Girêspî û Serêkaniyê mitîng li dar xist û komîteyeke ji rêveberiyê çûn cem hêzên Rûsyayê.
Bi boneya salvegera yekemîn ya êrişên dewleta tirk ya li ser Girê Spî û Serêkaniyê, bi sedan şêniyên Kantona Girê Spî, Kantona Kobanê, Rêveberiya Xweseriya Demokratîk ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û saziyên civaka sivîl, li navenda navçeya Eyn Îsayê kom bûn û bi dirûşma “Em dagirkeriyê têk bibin û destkeftiyên şoreşê biparêzin” mitîng li dar xistin.
Çalakvanan wêneyên cangoriyên Berxwedana Rûmetê, alên Partiya Sûriyaya Pêşeroj, PYD’ê, Kongreya Star û pankartên bi nivîsa “Ji dagirkeriya Girê Spî, axa me, qetilkirin û koçberkirina gelê me re bes e, em dixwazin bi ewlehî bijîn” û “Ji şer û xwînrijandinê re bes e, em dixwazin Girê Spî, Efrîn û Serêkanî rizgar bibin” hilgirtibûn.
Mitîngê bi deqeyek rêzgirtin ji bo bîranîna cangoriyên azadiyê dest pê kir, paş gelek axaftin hatin kirin.
Di destpêkê de Hevseroka Kantona Girê Spî Hêvîn Ismaîl axivî û wiha got: “Em ji bo gelê xwe soza rizgarkirina welatê xwe didin da ku em careke din vegerin bajarê xwe. Em dibêjin ji dagirkeriyê û kiryarên hovane re û bêdengiya navneteweyî re bes e.
Em banga diyaloga Sûrî-Sûrî dikin da ku em aloziya xwe di nava xwe de çareser bikin û hêzên biyanî çarenûsa me diyar nekin.”
Her wiha Seroka Desteya Jinê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Cîhan Xidro banga civaka navneteweyî kir û got: “Em weke Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê banga civaka navneteweyî dikin ku li ber van gelên hatine koçberkirin berpirsiyar bin û ji êriş, dagirkerî û kiryarên dewleta tirk û çeteyên wê re sînoran deynin.
Her wiha em girîngiya yekîtiya gelên Sûriyeyê teqez dikin û divê em bi yek helwestê li dijî dagirkeriyê têkoşîn bikin.”
Hevserokê Desteya Kar û Barên Civakî ya herêma Firatê Suleyman Giyêşîş axivî û got: “Salek ji ser kaniya terorê û koçberkirina gelê me re derbas bû, soza ku me dabû şehîdên xwe em nû dikin ku em ê dev xeta wan bernedin û herêmên ku bi xwîna wan hatibûn rizgarkirin careke din ji dagirkeriyê azad bikin.”
Piştî axaftinan komîteyeke ji Rêveberiya Kantona Girê Spî berê xwe dan baregehên hêzên Rûsyayê da ku rapora di derbarê binpêkirin û kirayarên dewleta tirk de û daxwazên gel pêşkêş bikin. Rûsyayê bersiveke erênî da raporê.
Mitîng bi dirûşma “Bimre dagirkerî”, “Xwîna gelê Sûriyê yek e” û “Em ê herêmên xwe rizgar bikin” bi dawî bû.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv