LI ENQERÊ TÛNDIYA LI DIJÎ JINÊ
NÎMET AKGUN A 75 SALÎ, MÊRÊ ŞÎDET LÊ Û KEÇA WÊ DIKIR KUŞT
Buyera kuştinê şevê din li navçeya Enqere Mamak taxa Bahçelerüstü pêk hat.
Li gorê iddiyan, Alî Akgun şîdet li Nîmet Akgun û keça xwe ya astengdar dike.
Ji ber şîdetê nîqaş û pevçûn derdikeve.
Nîmet Akgun a 75 salî bi niyeta xwe parastinê dibe sedemê mirina Alî Akgunê 80ê salî.
Piştî bûyerê Nîmet Akgun hat binçavkirin.
Piştevaniya Mor piştî buyerê li ser hesabê medya civakî peyama piştevaniyê ji bo Nîmet Akgun parve kir.
Piştevaniya Mor got, xweparastin maf e! û daxwaz kir ku Melek Îpek û Nîmet Akgun ku li dijî şîdeta mêr bê-deng neman serbest bên berdan.
Beriya niha bûyera Melek Îpek ku ew jî neçar mabû bibe sedemê kuştina mêrê xwe, di rojeva tirkiyê de gelek hatibû niqaş kirin.