Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Li gelek bajarên Kurdistan û Tirkiyê daxuyanî li dijî tecrîda Îmraliyê û ji bo piştgiriya berxwedana girtiyan hatin dayin 15.01.2021

 

XWEDÎDERKETINA LI BERXWEDANA GIRTIYAN
LI GELEK BAJARÊN KURDISTAN Û TIRKIYÊ DAXUYANÎ HATIN DAYÎN

Ji bo balê bikşînin ser berxwedana girtiyêna azadiyê li navçeya Şirnexê Silopyayê daxuyaniyek hat dayîn.

Parlementera HDP’ê Nûran Îmîr jî di nav de gelek kes beşdarî daxuyaniyê bûn.

Hevserokê HDP’a Sîlopyayê Kadîr Kunur îşaret bi polîtîkayên înkarê yên dewleta Tirk a dagiker kir û got:

Ji bo aramiya vî welatî divê derhal birêz Ocalan azad bibe, heta azadiya rêberê xwe em ê tim li qadan bin.

Nûran Îmîr jî di axaftina xwe de balkişand ser çalakiya grevê ya li zîndanan.

Bi heman armancê daxuyaniyek jî li Nisêbînê hat dayîn.

Hevseroka HDP’ê Nisêbînê Hevîdar Dînç daxuyanî xwend û bang xwedîderkerina li berxwedana girtiyan kir.

Parlementer û berdevka HDP’ê Ebrû Gunay jî da zanîn ku bi tecrîdkirina birêz Ocalan tevahiya civak hatiye tecrîdkirin.

Ebrû Gunay xwest tavilê daxwazên girtiyan werin qebûlkirin.

Li ser çalakiya greva birçîbûnê ya li zîndanan li Rihayê jî çalakiyek hat li darxisitin.

Parlementerên HDP’ê Omer Ocalan û Ayşe Sûrûcû jî beşdarî çalakiyê bûn.

Hevseroka HDP’a Rihayê Emîne Çetîner bang li herkesî xwedî wîjdan kir ku piştgirî bidin girtiyan.

Hevjîna girtiyê bi navê Mûstafa Amûtgan, Remziye Amûtgan jî li dijî faşîzmê banga hevgirtinê li gelê Kurd kir.

Omer Ocalan jî da zanîn ku azadiya birêz Ocalan tê maneya aramiya li Tirkiye û Rojhilata navîn.

Bi tevlîbûna endam û nûnerên partî û saziyên civakî daxuyaniyek jî li Îzmîrê hat dayîn.

Beşdaran destnîşan kirin ku tecrîdkirina birêz Ocalan tenê li dijî gelê Kurd li hemberî hemû beşên civakê ye.

Û ji bo şikandina tecrîdê banga hevgirtinê li hêzên demokrasiyê hemûyan kirin.

Li Enqerê jî pêxistina HDP’ê ji bo balê bikşînin ser greven birçîbûne daxuyaniyek da çapemeniyê.

Hevseroka HDP’ê Pakîze Sînemîllîoglu metna daxuyaniye xwend û balkişand ser polîtîkayên rejîma faşîst.

Pakîze Sînemîllîoglu diyar kir ku azadiya Ocalan azadiya civakê ye, lewma ew ê ji bo azadiya xwe hertim di nava têkoşînê de bin.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv