Tevgera Jina Azad bi daxuyaniyek hevpar starta li bajarên Agirî, Qers û Îdirê ya kampanya “Em Xwe Diparêzin” da
Meclîsa Îştar a Wargeha Şehîd Rustem Cudî Mexm jî bi daxuyaniyekê piştgirî da pênava KCKê
LI SÊ BAJARÊN SERHEDÊ STARTA KAMPANYAYÊ BI AWAYEKÎ HEVBEŞ HAT DAYÎN
Tevgera Jina Azad starta kampanya “em xwe diparêzin bi awayek hev beş ya sê bajarên weke Agirî, Îdîr û Qersê da.
Daxuyaniya hevbeş li avahiya HDPê ya Agiriyê hat dayîn.
Metna daxuyaniyê ji aliyê aktivîsta TJA Gonul Ozturk ve hat xwendin.
Di daxuyaniya hevbeş de îşaret bi êrişên qirkirinê ên li dijî jinan hatin kirin û hat gotin;
Ewê li hemberî hemû cure êrişên pêrgala mêr-salar xwe biparêzin.
Her wiha li dijî tecrîdkirina Rêber Abdullah Ocalan banga têkoşînê hat kirin.
Di dawiyê de banga beşdarbûna kampanya Em xwe diparizin li hemû jinan hate kirin.
MECLÎSA ÎŞTAR li WARGEHA Ş. RÛSTEM CUDÎ BI DAXUYANIYEKÊ PIŞTGIRÎ DA PÊNGAVÊ
Li aliyê din, meclîsa Îştar a Wargeha Şehîd Rustem Cudî jî bi daxuyaniyekê piştgirî da pênava KCKê ya “Bese ji Faşîzm, Tecrîd û dagirkeriyê re; dem dema azadiyê ye ku 12ê Îlonê ragihand.
Daxuyanî ji aliyê Emdama Saziya Malbatên Şehîdan Eylem Denîz ve hat xwendin.