Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
JinNûçeyên Dawî

Li gelek bajarên Tirkiyê êrîşên qirkirina siyasî yên li ser jinan hatin şermezar kirin

 

Jinên ku ji li dijî kuştin û destavêtina jin û zarokan tekoşîn dimeşînin û li qadane di hedefa dewleta tirk de ne.

26’ê Tîrmehê hevseroka Partiya sosyalîs a bindesthan-ESPê Ozlem Guş-taş jî di nav de gelek jin hatin binçavkirin.

Li gelek bajaran jinan bi daxuyaniyan xwest hevalên wan bên berdan.

26ê Tîrmehê hêzên dewleta tirk li Balikesîrê bi ser malan de gitin.

Di serdegirtinan de hevseroka giştî ya ESPê Ozlem Gumuştaş û berdevka giştî ya SKMê Hatîce Denîz jî di nav de gelek jin hatin binçavkirin.

Êrişên qirkirina siyasî li dijî jinan bi daxuyanî û çalakiyan tê şermezarkirin.

Gelek endamên ESP û meclîsa jin a SKMê bi daxwaza berdana hevalên xwe li kadikoya Stenbolê kom bûn.

Li vêderê axaftin hatin kirin û hat diyar kirin ku bi girtina têkoşîna wan wê neyê astengkirin û hat gotin,

Di serî de peymana Stenbolê em ê destekeftiyên jinan heta dawiyê biparêzin. Emê bi têkoşîna xwe ya rêxistinî mezin bikin.

Li Edenê jî meclîsa jinan a HDPê bi heman armancê daxuyaniyek da.

Ji Rêvebera HDPê ya Edenê Aysel Kiliç daxuyanî xwend, û diyar kir ku tifaqa AKP-MHPê jinên ku ji bo azadiyê tê dikoşin dike hedef.

Desthilata ku dibêje ewê bi binçavkirinan dengê jinê qûtbike, bila baş zanibe ku polîtîkayên we ên zextê wê me ji têkoşînê dûr nexe berojî biryara me ya têkoşînê xûrtir dibe.

Li Hatayê jî hat xwestin ku demildest jinên hatine girtin bên berdan.

Li amedê jî hevseroka HDPê ya bajêr Hulya Alokmen Uyanik daxuyanî xwend.

Hulya daxuyakirin ku polîtîkayên AKP-MHPê wê bi sernekevin û got,

Em ê li her qad û platformê bi hev re li dijî vê feraseta desthilatê têbikoşin.

Li Rihayê jî Meclîsa jinan a HDPê û Tevgera jina azad girtina jinan şermezarkirin.

Hevseroka HDPê ya Bajêr Emîne Çetîn daxuyakirin ku desthilata AKP-MHPê ji ber hêrsa jinan a li dijî destavêtin û kuştin tehemûl nake êriş dike û xwest jinên hatine girtin bên berdan.

 

 

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv