Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
JinNûçeyên Dawî

Li gelek deveran li dijî tecawîza eskerê tirk çalakî pêk hatin

 

Piştî mirina Îpek Er ku çawişê Pispor ê dewleta Tirk tewacizê wê kir; di serî de Batman li gelek deveran çalakî pêk hatin.

Endamên Rêxistina Jinên Ciwan ên Têkoşer, jî li bajarê Silêmanyê li dijî tecawîza leşkerê Tirk çalakiyek pêk anîn.

Jin li dijî tecawîza çawişê pispor yê Tirk Mûsa Orhan ji doh ve li gelek deverên Bakurê Kurdistanê di nav çalakiyan dene.

Meclisa jinan a HDP’ê û Tevgera Jinên Azad li Batmanê meşek pêk anîn û destirêjiya leşkerê Tirk şermezar kirin.

Polîsên dewleta Tirk xwest çalakiya jina asteng bike lê karîn.

Piştî meşê wekîla HDP’ê ya Mersînê Fatma Kurtulan axivî û anî ziman ku ew nikarin bûyera tecawîza leşkerê Tirk ji rêzê bigirin dest..

Fatma Kutulan dazanîn ku ewê wek HDP’e û TJA’ê bûyera li Batmanê rudaye teşîr bikin û got.

Ev polîtîkaya şere. Em weke HDP’e û TJA’a dibêjin hunê nikaribin li ser vê xakê suc bikin. Hêza me ya rêxistinbûnê heye û em ji vê hêza xwe jî bawerin.

HÊRSA LI DIJÎ TECAWIZKARIYA DEWLETA TIRK
MECLISA JINAN A HDP’Ê Û TJA LI WANÊ DAXUYANÎ DAN ÇAPEMENIYÊ

Endamên Meclisa Jinan a HDP’ê û aktîvîstên Tevgera Jinên Azad TJA li Wanê jî daxuyaniyek da.

Daxuyanî, li pêşiya Rêxistina HDP’ê ya Bajar hat dayîn.

Li ser navê jinan ativîsta TJA’yê Aynûr Sarica daxuyanî da û got.

tecawîzkaran nagire û tecawizkerê li ser sûc tên girtin jî wekî ku qet tiştekî nebûbe wan serbest berdi de.

Aynûr Sarica dibêje ew ê qet lorîna dayîka Îpek Er jibîr nekin.

HÊRSA LI DIJÎ TECAWIZKARIYA DEWLETA TIRK
PLATFORMA JINAN A RIHAYÊ: ÊŞA ME GELEK MEZIN E

Bi heman armancê paltforma jina Rihayê jî daxuyanek da.

Daxuyanya ku li naveda ÎHD’ê pêk hat ji aliyê Nahide Polat Aslan ve hat dayîn.

Nahide Polat Aslan anî ziman ku nameya ku Îpek Er li du xwe hêlaye ji bo wan emanete û wê sedema têkoşînê be.

HÊRSA LI DIJÎ TECAWIZKARIYA DEWLETA TIRK
LI GELEK DEVERAN TECAWIZA ESKERÊ TIRK HAT ŞERMEZARKIRIN

Li Mersînê jî Rêxistinên jinan daxuyaniyek dan.

Di daxuyanê de hat gotin ku ewê bi rêxistinbûna xwe bersivê dibin bûyerê tecawîzê.

HÊRSA LI DIJÎ TECAWIZKARIYA DEWLETA TIRK
JINÊN CIWAN ÊN TEKOŞER LI SILÊMANIYÊ ÇALAKÎ KIRIN

Endamên Rêxistina Jinên Ciwan ên Têkoşer, jî li bajarê Silêmanyê li dijî tecawîza leşkerê Tirk çalakiyek pêk anîn.

Jinên ciwan, pankartên li ser, ‘Jin jiyane, nekuje’ û ‘Ji kuştina jinan re bes e’ hatin nivîsandin hilgirtin û balkişandin ser kuştinên jinên Kurd a bi destê leşekerên Tirk.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv