HÊRSA LI DIJÎ KUŞTINA PINAR GULTEKÎN
DOH BI ŞEV JIN LI GELEK BAJARÊN TIRKIYÊ LI SER PIYA BÛN
Kuştina jina ciwan Pinar Gultekîn bû sedema hêrsa mezin.
Jinan di serî de li Stenbol, Enqere û Îzmîrê li gelek deveran daketin qadan.
Jin doh ji bo ciwana bi navê Pinar Gultekîn a li bajarê Tirkiyê Muglayê hat kuştin daketin qadan.
Kuştina Pinar Gultekîn bû sedema hêrsa mezin a jinan.
Di serî de Mûgla, Îzmîr, Stenbol, Enqere, Edene, Mêrsîn, Hatay û Antalya li gelek deveran jin daketin qadan.
Jinan bi hêrseke mezin kuştina Pinar Gultekîn, kuştin û şîdeta li ser jinan şermezar kir.
Jinan ji kuştina jinan û şîdeta li ser jinê desthilatdariya AKP-MHP’ê berpirsyar girtin û hêrsa xwe anîn ziman.
Tê payin îro jî, jin li gelek deveran çalakî pêk bîn in.