Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
JinNûçeyên Dawî

Li gelek deverên Tirkiyê û Bakurê Kurdistan daxwaza darizandina kujerên komkûjiya Roboskî hate kirin

 

Ji Mexmûrê biggire heya Amed, Wan û bajarê Tirkiyê Enqerê qurbaniyên komkujiya Robokê hatin bibîranîn.

Di bîranîna de hat gotin ku rêya Edaletê di Robokiyê re derbas dibe.

Bi duruşma “Em jı bir nakin û nedin jî bir kirin” li Amedê bi pêşengiya Tevgera Jina azad qurbaniyên Roboskiyê hatin bi bîranîn.

Biranîn li parka Robokiyê pêk hat.

Li ser navê jina parlementera HDP’ê Remziye Tosun daxanî da.

Malbatên Roboskî û şêniyên Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî Mexmûr jî qurbaniyên Robosk bi bîranîn.

Biranîn li navenda Saziya Malbatên Şehîdan pêk hat.

Li ser navê balbatên qurbaniyan Gûlan Encû daxuyanî da.

Daxuyaniyê de hat gotin, gelê Kurd bi komkujiyên weke Dêrsîm, Zîlan, Helepçe û Roboskiyê re rû bi rû man. Lê wan tu carî dest ji doza xwe ya azadiyê bernedan û li berxwe dan.

Her wiha hat gotin ku wê Roboskiyê nedin ji bîrkirin.

Hewldana Ji Bo Roboskî Edalet jî têkildarî salvegera 9. Komkujiya Roboskî li Şaxa ÎHD’ê ya Enqereyê civîna çapemeniyê li dar xist.

Parlamenterê HDP’ê yê Edeneyê Kemal Pekoz û rêveberên ÎHD’ê beşdarî civînê bûn.

Endama Desteya Rêveberiya Giştî ya ÎHD’ê Nûray Çevîrmen daxuyanî xwend.

Nûray Çevîrmen destnîşan kir li gel ku 108 meh, 470 hefte, 3 hezar û 288 roj ser komkujiyê re derbas bûne jî hêjî edalet pêk nehatiye.

Parlamenter Kemal Pekoz jî anî ziman ku Komkujiya Roboskî bi zanebûn pêk anîne.

Partiya Herêmên Demokratîk, partiya azadî û baroya Amedê jî li Amedê qurbaniyên Robokiyê bi bîranîn.

Di daxuyaniya de hat gotin ku rêya Edaletê di Robokiyê re derbas dibe

Rêxistina HDP’ê ya Wanê jî li avahiya partiya xwe qurbaniyên komkujiya Roboskê bi bîranîn.

Di daxuyaniya hat dayîn de qala lêgerîna malbatan ya ji bo edaletê hat kirin ku û hat gotin ku ew li gel malbatene û wê lêgerîna wan ya ji bo edaletê dewam bike.

 

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv